13:30 23 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

'Erdogan, 200 parlamenter derveyî lîsteyê hiştin'

© AP Photo/ Emrah Gurel
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Lîsteyên namzedên parlamenteriyê îro wê teslîmî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bên kirin. Tê payin ku AKPê jî xebatên lîsteyê bi dawî kirine, herwiha Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan navê 200 parlamenteran nexistiye lîsteya bo hilbijartina 24ê Pûşberê.

Li gor nûçeya Sozcuyê ku ji Tirkiyeyê weşanê dike, di heyama hilbijartinê de AKPya nêviyê koma xwe guherandiye, ji 316 parlamenterên niha nêzî 200 nav dê devreyî lîsteyê bimîne.

Li gor agahiyên kûlîsên partiyan, tê axaftin ku di lîsteyên namzedên bo hilbijartina 24ê Pûşberê de herî zêde guherîn di AKPê de dê pêk were.

Kesên ku dê derveyî lîsteyê bimînin, piştî hilbijartinê ji bo wezîrtiyê û serokê şarederiyê wê têbikoşin.

Bi heman mijarî:

‘AKP, Gul û Davutoglu bi sûcdariya FETOyê tirsandin'
Gezici: AKP-MHP li parlamentoyê piraniyê bi dest naxe
Demirtaş: AKP piştgiriya xwe wenda dike û mirov ji AKPê aciz bûne
Etîketan:
parlementer, hilbijartin, akp, sozcu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de