04:18 22 Hezîran 2018
jinên hdpyî-hdp-kadikoy

HDP lîsteya parlamaneteran îro radestî YSKyê dike, gellek navên nû hene

© AFP 2018 / YASIN AKGUL
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Partiyên siyasî yên ku dê beşdarî hilbijartina 24ê Pûşberê bibin lîsteya namzedan îro wê radestî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bikin. Hat ragihandin ku HDPê di lîsteya nû de ji parlamenterên niha bi tenê wê cih bide 10-12 kesan.

Li gor nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê lîsteya namzedan a bo hilbijartinên 24ê Pûşberê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî civîna ku seranserê rojê dê biajo diyar bibe. Herwiha li gor rojnameyê ji parlamenterên niha navê gellek kesan wê di lîsteya nû ya HDPê de cih negrin. Sedem jî hin parlamenter ji ber qedexeya siyasî neketin lîsteyê, hin jî ji ber ku li ber qedexaya siyasî ne. Tê payin ji parlamenterên niha wê 10-12 kes bikevin hilbijartina 24ê Pûşberê.

Ji aliye din ve hat ragihandin ku lîsteya nû Selahattin Demirtaş jî pejirandiye, bi guherîna hin hûrguliyan lîste dê radestî YSKyê bê kirin.

Bi heman mijarî:

Onder: HDP wê ji sedî 14ê dengan bistîne
Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
Etîketan:
parlamenter, hilbijartin, HDP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de