10:00 19 Hezîran 2018
Ilker Başbug

Ilker Başbug ji kîjan partiyê bû namzed?

© AP Photo / Burhan Ozbilici
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Partiyên ku beşdarî hilbijartinê dibin divê hetanî seet 17:00an lîsteyên xwe yên namzedan teslîmî Lijneya Bilind a Hilbijartinê bikin. Li gor îdîayan Ilker Başbug ji IYI Partiyê bû namzed.

Îdîaya hinek malperên înternetê ku Sererkanê Tirkiyeyê yê berê Ilker Başbug ji IYI Partiyê bû namzede parlamenteriyê bû sedema nîqaşan. Li gor malperan navê Ilker Başbug jî di nav lîsteya suprîz a Meral Akşener de ye.

IYI Partî cara ewil beşdarî hilbijartinê dibe û di nava tifaqa CHP û Partiya Saadetê de cih digre. Ji bo namzediya parlamenteriyê derdora 2 hezar kesan serî li IYI Partiyê da. Meral Akşener ji bo namzedê serokomariyê ye nikare bibe namzedê parlamenteriyê.

Endamê Lijneya Rêvebir a Şaxa IYI Partî yê Buyukçekmeceyê Turgay Akpinar li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê peyamek parve kir û got: "Ilker Başbug ji Stenbolê ji herêma yekemîn wê bibe namzed."Lê ev îdîa ji aliyê hinek çavkaniyan ve nehat serastkirin.

Bi heman mijarî:

Erdogan ji Başbug re got: Xwelîser, tu yê hesabê vê gotinê bidî
Îlker Başbug: Tirkîyê Abdullah Ocalan baş bikar neanî
Îlker Başbug: Pergala serokatiyê ji bo federasyonê hatiye plankirin
Başbug: Ne ji Şêx Seîd bûya, Mûsil dê ya me bûya
Başbug: YPGê jî wek pêşmergeyan bûye hevalbenda Amerîkayê
Ilker Başbug: Hêzên rê li ber serxwebûna dewleteke kurdî digirin Tirkiye û Îran in
Etîketan:
IYI Partî, Ilker Başbug, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de