01:23 20 Hezîran 2018
Benyamin Netanyahu Recep Tayyip Erdogan

'Îktidar li Stenbolê li dijê Îsraîlê mîtingê dike li Mêrsînê pê re ticaretê dike'

© AFP 2018 / RONEN ZVULUN, OZAN KOSE
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokkomar Tirkiyê di 19ê mehê de li Stenbolê ji bo piştgiriya Filistînê mîtîngeke mezin li dar xisti bû û li dijê Îsraîlê gelek grand axivî bû, di heman demê de ji bendera Îskenderûnê keştiyên petrolê diçûn Îsraîlê.

Piştî ku Amerîkayê balyozxaneya xwe ya Îsraîlê biribû Qudsê di navbera hêzên Îsraîlê û welatiyê Filistînê de rakêşiyên mezin derketibûn û di encamê de 65 filistînî jiyana xwe ji dest dabûn. Welatên ku di vê mijarê de herî zêde Îsraîlê rexne kiribû Tirkiye bû.

Serokkomar Erdogan Îsraîlê wek ‘dewleteke tyerorîst' bi nav kiribû û ji balyozê Îsraîlê yê li Tirkiyê xwestibûn ku ji Tirkiyê biçe. Di heman çarçowê de AKP li Meydana Yenikapi ya Stenbolê mîtîngeke mezin li dar xist û di mîtîngê de Erdogan Îsraîlê cardin wek dewleteke terorîst bi nav kir.

Siteya navneteweyî ya bi navê ‘TankerTrackers.com' ku ev sîte tevgerên keştiyên ticarî dişopîne, ragihand ku ji lîmana Îskenderûnê ya Tirkiyê keştiyên petrolê ticareta bi îsraîlê didomînin.

​VINGA is back at the KRG berth in Ceyhan. We haven't seen her since October 13th, just a couple of days prior to the reclaim of Kirkuk by the Iraqi federal forces. Back then, she carried a million barrels to Spain. #OOTT pic.twitter.com/9jm0QGT4NA

 

Li ser medyaya civakî gelek kesan vê bûyerê parvekir û got "Tirkiye Îsralê rexne dike lê di heman wextê de ticareta petrolê jî didomîne."

Destination: “FOR ORDERS” #OOTT pic.twitter.com/vH7s6Q8xPi

Bi heman mijarî:

Erdogan bi Guterres re li ser Filîstîn û Sûriyeyê axivî
Erdogan û Rûhanî li Stenbolê hevdîtinek pêk anîn
‘Dibe ku Pûtîn bi Erdogan û Rûhanî re dawiya Tebaxê an jî serê Îlonê bicive'
Erdogan: Em misilman ji bilî şermezarkirinê tiştekî nakin, nikarin tiştekî bikin
Etîketan:
Îsraîl, erdogan, tirkiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de