01:37 23 Hezîran 2018
hdp-mîtîng

Sînemakarê tirk Bariş Atay ji HDPê bû namzedê parlamenteriyê

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku endamên desteya damezirîner ên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê akademîsyen Erkan Baş û hunermend û sînemakarê navdar ê tirk Bariş Atay ji HDPê bûne namzedê parlamenteriyê.

Li gorî çapemeniya tirk endamên desteya damezirîner ên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê akademîsyen Erkan Baş û hunermend û sînemakarê navdar ê tirk Bariş Atay ji bo namzediya parlamenteriyê serî li HDPê dane.

Derbarê serlêdanê de Erkan Baş li ser hisabê xwe yê Twitterê got, "Ji HDPê pêşniyarî hat. Heval, dost, hevalrêyên min piştgirî û Partiya min jî peywir da. Em amade ne. #BiSozBirêMin Em ê dengê karker, ciwan, şoreşger, sosyalîzmê bibin meclîsê; em ê darik têxin ber çerxa pergalê."

Hunermend û sînemakarê tirk Bariş Atay jî ev peyama Erkan Baş girt û ji bo wê ev peyam parve kir: "Têkoşîna sosyalîzmê; karê ekîb û hevalrêbûnê ye. #BiSozBirêMin bi berpirsyarî û hişmendiya ku hevalrêyên min û Partiyê daye me, em ê te li wir jî bi tenê nehêlin."

Bi heman mijarî:

Sînemakar Bariş Atay hat berdan
Piştî nivîsa Ahmet Hakan a Hurriyetê Bariş Atay hat binçavkirin
Lîstikvan Bariş Atay hat binçavkirin
Etîketan:
namzediya parlamenteriyê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê, Hunermend û sînemakar, HDP, Erkan Baş, Bariş Atay, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de