15:51 19 Hezîran 2018
Çapemenî - Rojnamevan - Rojnameger

Li mîtînga Yildirim a li Amedê bo gelek ajans û rojnameyan akredîtasyon nehat dayîn

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 0 0

Serokwezîrê tirk Binali Yildirim îro li Amedê ye. Bo gelek sazî û dezgehên çapemeniyê û rojnamegeran akredîtasyon nehat dayîn.

Îro roja yekşemê li Amedê mitînga serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim heye. Ji bo ku mîtîngê bişopînin gelek sazî û dezgehên çapemeniyê serî lê dan lê belê bo gelek ajans û rojnamegeran akreditasyon nehat dayîn.

Spûtnîk, Reuters, AFP, BBC, EPA, Cumhuriyet jî di nav de ji bo gelek ajans û rojnameyan akredîtasyon nehat dayîn ku mîtîna Serokwezîrê tirk a li Amedê bişopînin.

Hêjayî gotinê ye ku demek berê tîma Kurdistan TVyê ku beriya du rojan ji bo şopandina mîtinga Qûdsê ya Stenbolê serlêdanên xwe yên fermî kiribû û ti bersiveke neyînî nehatibû dayîn, ji ber derî hatibû vegerandin û ne hiştibûn ku mîtîngê bişopîne.

Bi heman mijarî:

Li Amedê gava welatî saeta fitarê dipên
Li Amedê di navbera du malbatan de şer derket: kuştî û birîndar hene
Pêşbirka fînala Kûpaya Tirkiyeyê dê îşev li Amedê bê lîstin
Etîketan:
Mîtinga AKPê, Mîti^n, Akredîtasyon, Destûr, Sertaç Kayar, Binali Yildirim, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de