19:03 23 Hezîran 2018
Cemil Bayik

Bayik: Hilbijartinên 24ê Hezîranê ji bo têkbirina faşîzmê şansek e

© AFP 2018 / BULENT KILIC
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (188)
0 0 0

Hevserokê Konseya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemil Bayik amajê kir ku hilbijartinên 24ê Hezîranê ji rêzê nînin û got, ji bo têkbirina faşîzmê ev hilbijartin şansek e.

Hevserokê KCKê Cemil Bayik ji ajansa nêzikê PKKyê re axift û bang li hemû aliyên sosyalîst, lîberal, kurd, elewî û her wiha pêkhatêyên din ên li Tirkiye û Ewropayê kir ku û got pêwîst e, bi şev û roj bixebitin da ku HDP li bendê nealiqe, "di encama hilbijartinên Tirkiyeyê de an dê demokrasî serbikeve an jî dê faşîzm serbikeve û dijwartir bibe."

Bayik biryara hilbijartinên pêşwext weke darbeyekê bi nav kir, "Erdogan û Bahçeli biryara hilbijartinê dan. Ev biryar ne bi biryareke normal e. Her kes vê biryarê û hilbjartinê bi sergirtinê şîrove dikin, ev yek rast e. Ji ber ku ev biryar darbeyek e. Ji xwe rastiya Erdogan bi xwe darbe ye. Erdogan bêyî darbeyê nikare li ser desthilatê bimîne. Her tim darbeyan dike ji bo karibe li ser desthilatdariyê bimîne."

‘AKP Û MHP JI BO DESTHILATDARIYA XWE BIDOMÎNE HER TIŞTÎ DIKE, JI BER VÊ YEKÊ HILBJARTINÊN PÊŞWEXT HATIN FERZKIRIN'

Bayik, "Ji ber ku rewşa Tirkiye aniha ji her alî ve ber bi xerabûn û rizînê ve diçe. Têkiliyên Tirkiyeyê yên derve û peywendiyên wan ên hûndirîn. Niha AKP û MHP bi xwe ber bi belavbûnê ve diçe. Di mijara aboriyê de krîzek heye. Ji her alî de gava mirov lê dinêre, mirov kambaxbûnê û xirabûnê dibîne. Ji bo AKP û MHP felaketek rû dide. Ji bo Tirkiyeyê jî felaketek rû dide. AKP û MHP ji bo desthilatdariya xwe bidomîne her tiştî dike. Ji ber vê yekê hilbjartinên pêşwext hatin ferzkirin."

‘GER HDP BENDÊ DERBAS NEKE DÊ FAŞÎZM SERBIKEVE'

Cemîl Bayik bang li hêzên demokratîk û çepgir ên Tirkiyeyê û Ewropaye kir ku piştgiriya HDPê bikin, " Divê HDP di bin benda hilbijartinê de nemîne. Ger HDP bendê derbas neke dê faşîzm serbikeve û Tirkiye dê ji bo jiyana mirovan bibe welatek dojeh. Pêwîste bi vê hilbijartinê re em xwe ji dîktatorî, faşîzm, şer û zordariyê rizgar bikin."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (188)

Bi heman mijarî:

KCKê ji bo malbata Barzanî sersaxî xwest
KCKê bangî cerdevanan kir: Neçin şerê Efrînê
KCKê li ser serbestberdana Salih Muslim daxuyanî da
Berdevkê PKKê encamên şerên 5 rojên dawî ji Sputnikê re eşkere kirin
PKKê li Rihayê bi roketan êrîşî qereqola cendermeyan kir: 2 leşker birîndar bûn
Endamên PKKê êrişî leşkerên tirk kirin
Bayik: Em ê bihar û havînê berxwedaneke mezin li dijî Tirkiyeyê bidin
Cemil Bayik: Şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de firehtir dibe
Bayik: Rastiya Tirkiyê li Efrînê dagirkerî ye, siyaseta DAIŞê dimeşîne
Etîketan:
Hilbijartinên 24ê Hezîranê, Hilbijartin, HDPê, PKK, KCK, HDP, Cemil Bayik, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de