09:51 19 Hezîran 2018
Rojnamevan Mihemed Sanri - Kurdistan TV

Sanri: AKPê nehişt Kurdistan TV mîtinga Qûdsê ya Stenbolê bişopîne

© Sputnik / Salih Turan
Tirkiye
Lînkê kurt
Salih Turan
0 03

Tîma Kurdistan TVyê ku beriya du rojan ji bo şopandina mîtinga Qûdsê ya Stenbolê serlêdanên xwe yên fermî kiribû û ti bersiveke neyînî nehatibû dayîn, ji ber derî hat vegerandin.

Nûner û peyamnêrê Kurdistan TVyê Mihemed Sanri ragihand ku dema wan xwestiye bikevin qada mîtinga Qûdsê ji aliyê endamên AKPê ve hatine astengkirin û nehiştine bikevin hûndirê qadê bêyî ku ti sedem û hincet werin nîşandan.

Sanri ji Spûtnîkê Kurdistanê re da xuyakirin, "Me du roj berê hemû serlêdanên pêwîst bo beşdarî û şopandina mîtîngê kiribû. Heman roja ku dozgeriya Diyarbekirê lêpirsîn ji bo endamên Înîsîyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê daye destpêkirin Kurdistan TV jî hat astengkirin. Ev ne kiryareke ji rêzê ye."

​Rojnamevan Sanri astengkirina tîma Kurdistan TVyê wekî kiryareke kêfî û derveyî qaîdeyan nirxand û da zanîn, ‘AKP bi taybet li dijî navê Kurdistanê û hebûna kurdan xwedî helwesteke neyînî ye."

Sanri got ku wî li ser vê bûyerê rayedarên Herêma Kurdistanê jî agahdar kiriye û hêvî dike kiryarên bi vî rengî dubare nebin.

Bi heman mijarî:

Ji muxalefeta Tirkiyê bo saziyên çapemeniya tirkî helmeta ‘bigre biçe'
‘Dibe ku Pûtîn bi Erdogan û Rûhanî re dawiya Tebaxê an jî serê Îlonê bicive'
Li paytexta Kuba Havanayê balafira rêwiyan ket: 110 kesan can da
Demirtaş: Heqê xwe helal bikin, hûn diwestin ez li vir çayê vedixwim
Pûtîn: Ez kêfxweş bûm ku Skrîpal ji nexweşxaneyê derket
PAK: Me û HDPê li ser mafê statûya siyasî ji bo Kurdistanê li hev kiribû
Balafira bombavêj a stratejik Tu-95
Erdogan: Em misilman ji bilî şermezarkirinê tiştekî nakin, nikarin tiştekî bikin
Etîketan:
Kurdistan TV, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de