04:57 22 Hezîran 2018
Demirtaş - komkujiya enqerê

Demirtaş: Heqê xwe helal bikin, hûn diwestin ez li vir çayê vedixwim

© Foto : HDP Basın Bürosu
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Namzedê HDPê yê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê Selahattîn Demirtaş ji girtîgeha Edirneyê derbarê helmeta xwe ya hilbijartinê de bi henekî ji bo hevrikên xwe yên hilbijartinê got, “Ez li vir lingê xwe davêjim ser hev, hûn jî meydan meydan digerin. Ev bêedaletî ye! Heqê xwe helal bikin.”

Li ser hesabê twitterê yê Selahattîn Demirtaş derbarê kampanyaya hilbijartinê de bi rêya parêzerên xwe ji hevrikên xwe yên namzedên serokomariyê helalî xwest.

Demirtaş got, "Namzedên din ên serokomariyê meydan meydan digerin û diwestin, mayîna min a li vê derê bêdadiyeke mezin e. Li vir ez lingên xwe davêjim ser hev û çaya xwe vedixwim, lê ew cefayê dikişînin. Pir li ber wan dikevim! Ji ber vê bêdadiya bila li qisûra min nenêrin, heqê xwe helal bikin."

​Namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattîn Demirtaş ji meha mijdara 2016an ve di girtîgeha Edirne de ye û nikare li derve xebatên helmeta hilbijartinê ya 24ê Hezîranê bike.

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Ez kêfxweş bûm ku Skrîpal ji nexweşxaneyê derket
PAK: Me û HDPê li ser mafê statûya siyasî ji bo Kurdistanê li hev kiribû
Erdogan: Em misilman ji bilî şermezarkirinê tiştekî nakin, nikarin tiştekî bikin
Lavrentyev: Divê hêzên biyanî bi awayekî giştgir ji Sûriyeyê derkevin
'Asayîşa Rojavayê endamekî ENKSê berda'
Li Texasê êrîşî dibistanekê kirin: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
Ûkraynayê îdîa kir, 'delfînan fermanên rûsan neanîn cî, ketine grêvê û mirine'
Bloggera 105 salî: Bloggerî mirov ciwan dike!
Etîketan:
Selahattîn Demirtaş, Hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de