09:09 18 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Erdogan: Em misilman ji bilî şermezarkirinê tiştekî nakin, nikarin tiştekî bikin

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Îro roja înê li Meydana Yenikapi ya li Stenbolê ji bo şermezarkirina êrîşên Îsraîlê li dijî Xezeye bi navê ‘Lanet Li Zilmê, Piştgirî Bo Qûdsê' mîtîngek hat lidarxistin. Rayedarên tirk û hejmarek xelk tev li mîtîngê bû û êrişên li dijî Xezeyê hatin şermezarkirin.

Li mîtînga ku bi mebesta piştgirî ji bo Qûdsê Serokomarê Tirkiye û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim û Serokê MHPê Devlet Bahçeli û Serokê BBPê Mustafa Destici û hejmarak xelkên stenbolnîşîn amade bûn.

Erdogan li mîtînga ‘Lanet Li Zilmê, Piştgirî Bo Qûdsê' ya li Stenbolê axivî.

'EM MISILMAN JI BILÎ ŞERMEZARKIRINÊ TIŞTEKÎ NAKIN, NIKARIN TIŞTEKÎ BIKIN'

"Ez dê bi awayekî aşkere biaxivim; Misilmanan di şer û pevçûnên xwe de çi qasî bi îxtilaf bin; çi qasî bêtehemul hetta bêûjdan bin, li dijî neyarên xwe ew qas newêrêk, tirsonek û bizdonek in."

Serokomarê tirk, "Em misilman ji bilî şermezarkirinê tiştekî nakin, nikarin tiştekî bikin. Ji bo me Çanakkale çi be, Qûds jî ew e."

‘CÎHANA ÎSLAMÎ DI EZMÛNA QÛDSÊ DE DI SINIFÊ DE MAYE'

Erdogan, "Birano hûn dizanin Qûds bo me bi tenê ne bajarek e. Qûds weke sembolek e. Ezmûnek e. Qûds Qible ye. Dema ku em xwedî li Qibleya xwe dernekevin, em dê nikaribin bi awayekî ewle li qibleya xwe ya dawî binêrin. Cîhana îslamî di ezmûna Qûdsê de di sinifê de maye."

Ji aliyê din ve Erdogan bang li gelê îsrîlî kir ku li dijî vê bobelata ku rêveberî wan ber bi wê ve dibin, derkevin.

Bi heman mijarî:

Erdoganî ji bo mijara Qûdsê telefonî Pûtînî kir
Yekîtiya Erebî roja pêncşemê ji bo Qûdsê dicive
Erdogan: Em barkirina balyozxaneya Amerîkayê bo Qûdsê nas nakin
Îsraîlê xwest ku balyozê Tirkiyê yê li Qûdsê biçe welatê xwe
Serokê El Qaîdeyê ji bo Qûdsê banga cîhadê kir
Welatekî din balyozxaneya xwe ya Îsraîlê dibe Qûdsê
Etîketan:
Şermezarkirina êrîşên îsraîlê, Piştgirî bo Qûdsê, Mîtîng, Recep Tayyip Erdogan, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de