01:31 26 Gulan 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş: Dema albûma min derkeve, Erdogan dê bi awayekî nepen lê guhdar bike

© Foto : HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)
0 0 0

Namzetê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) yê serokomariya Tirkiyeyê, Selahattin Demirtaşî li ser rewşa xwe ya li girtîgehê û pêvajoya hilbijartina serokomariyê axivî. Demirtaş, "Namzetên din meydan bi meydan digerin û mîtîngan lidar dixin. Ez bi tenê birên parêzerên xwe dikarim peyaman bişînim û bi vî awayî tevlî bangeşeyê bibim."

Demirtaş pirsên Tansu Pişkin a ji Bianetê bersivandin û bal kişande ser rewşa xwe ya girtîgehê û dezavantajên bangeşeyê. Demirtaş got: "Dema rewşa min bi namzetên din re were muqayesekirin yê herî bi dezavantaj ez im. Hewildana asayîkirina vê rewşê ji bo hilbijêrên me neheqiyeke mezin e."

‘CIVAK NE JI BER MEXDÛRIYETA MIN, JI BER MEXRÛRBÛNA MIN PIŞTGIRIYA MIN DIKE'

Demirtaş li ser şîroveya rojnamergerê tirk Ahmet Hakan ku gotibû, ‘Dê Demirtaş girtîgehê veguherîne mexdûriyetê û mexdûriyetê jî veguherîne dengan' wisa bersivand, "Ez ne mexdûr im. Weke yek jî nûnerên têkoşîna azadiyê berxwedêrek im ku ji ber fikr û ramanên xwe û rewşa xwe ya siyasî hatiye dîlgirtin. Ketine girtîgehê ne tercîha min bû lê dema ku ez ketime girtîgehê jî min helwest nîşan da û pozîsyona xwe parast. Civak hemû kesên ku dikevine girtîgehê mexdûr nabîne û piştgiriya wan nake. Civak ne ji ber mexdûriyeta min, ji ber mexrûrbûna min piştgiriya min dike."

Namzetê HDPê yê Serokomariyê Demirtaş, "Yek ji reqîbên min hemû derfetên dewletê bi kar tîne, tev li merasîmên vekirinê dibe lê belê yê min hema bêje qet derfeta min tine ye ji hicrika xwe bang li tevahiya civakê bikim. Ev qederê salekê û nîvê personelên girtîgehê û kesên ku derfeta wan çênebûye ku min nas bike, nas kirin. Min dît bê çawa dema min nas kirin çavê wan vebûn, pêşdaraziyên wan şikestin. Yanî dikarim bibêjim ku ez jî beşdariya gelek ‘vekirinên çavan' bûm."

‘JI GIRTÎGEHÊ BIRÊVEBIRINA BANGEŞEYÊ NE HÊSAN E'

Demirtaş "Ji girtîgehê birêvebirina bangeşeyê ne hesan e. Li vir derfetên me gelekî sînordar in û bi ser de jî beyî ku em kêlî bi kêlî derve bişopînin, li ser bangeşeyê hûr bibin û motîve bibin. Dîsa jî bi rêya parêzer, heval û navenda partiyê ez tême agahdarkirin û bi vî hawî bi nivîsên xwe tev li bangeşeyê dibim."

‘DEMA ALBÛMA MIN DERKET, BÊGUMAN DÊ ERDOGAN BI AWAYEKÎ NEPEN LI ALBÛMA MIN GUHDAR BIKE'

Demirtaş li ser pirsa ‘Erdogan te weke ‘popstar' bi nav kiribû. Xebatên we yên albûmeke nû hene gelo?' wiha axivi: "Cenabî wî ji bo biçûkxistina min ev îfade bi kar anîbû lê belê eleqeya min ji mûzîkê re heye, ez ji mûzîkê hez dikim û ev ne rewşeke biçûkxistinî ye. Ez li vir besteyan jî çê dikim. Armanceke min a ‘popstariyê' tune ye lê bêguman rojekê ez dixwazim albûmekê jî derxim. Dema albûma min derket, Erdogan bêgûman dê bi awayekî nepen li albûma min guhdar bike."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)

Bi heman mijarî:

Demirtaş mal û milkên xwe eşkere kir: Dîploma û bi sedan pirtûkên min hene
Başak Demirtaş: Êvarî mîtînga Demirtaş heye!
Parlamenterê AKPê yê Stenbolê: Divê Demirtaş serbest were berdan
Parêzerê Demirtaş derbarê îdiaya berdana wî de ji Sputnikê re axivî
Etîketan:
Hilbijartinên Tirkiyê, Hilbijartin, HDP, selahattin demirtaş, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de