14:19 23 Gulan 2018
    Altan Tan

    ‘Altan Tan ji Partiya Saadetê dibe namzedê parlamenteriyê'

    © Sputnik / Cesim Ilhan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Vejdi Uluç, Mustafa Zengin
    0 04

    Serokê giştî yê Partiya Saadetê û namzede serokomariyê Temel Karamollaoglu eşkere kir ku Altan Tan dê ji lîsteya wan bikeve hilbijartina 24ê Pûşberê ya parlamenteriyê.

    Altan Tan
    © Sputnik / Cesim Ilhan
    Demek dirêje ku tê payin Altan Tan dê ji lîsteya Partiya Saadetê bikeve hilbijartina parlamenteriyê. Li gorî şêwirmendê Altan Tan, Murat Firat ku ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir, hevdîtin ji bo namzediya Altan Tan bi Partiya Saadetê re dewam dikin û heta du-sê rojan dê encam diyar bibe, Tan bibe namzed an na? Serokê giştî yê Partiya Saadetê û namzedê serokomariyê Temel Karamollaoglu ji Rojnameya Cumhuriyetê re axivî û derbarê mijara Altan Tan de gelo dê bibe namzed an na wiha got, "ez dibêjim wê bibe, di heyama kevn de endamê lijneya îdareya partiya me kiribû."

    Herwiha hêjayî gotinêye ku Altan Tan du heyaman parlamemteriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Altan Tan 15 sal cezaya girtîgehê hat xwestin
    Altan Tan: Kurdistan ava bibe, dinya xera nabe
    Altan Tan bangî PKKê kir
    Altan Tan: Parlamentarên AKPê beşdarî cenazeyê PKKyîyan bûn
    Etîketan:
    parlamenter, partiya saadetê, hdp, Temel Karamollaoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de