18:11 21 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan  û Abdullah Gul

    ‘AKP, Gul û Davutoglu bi sûcdariya FETOyê tirsandin'

    © Foto : Cumhurbaşkanlığı
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Şêwirmendê serokomarê berê yê Abdulllah Gul, Ahmet Seven pirtûkek din nivîsand û derxist piyaseyê, Seven di pitrûka xwe de eşkere kir ku Mustafa Şentop bilêvkiriye û gotiye, di avakirina partiyeke nû de dê Abdullah Gul û Ahmet Davutoglu bi FETOyê bên sûcdarkirin.

    Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Seven pirtûka xwe ya duyem ku heyama serokomariya Gul vedibêje ya bi navê ‘Sirên Li Paş Deriyên Girtî' weşand. Seven di pirtûkê de got ku tevî hemû astengiyên Erdogan di sala 2007an de Abdullah Gul bû serokomar. Herwiha Ahmet Seven di pirtûka xwe de derbarê avakirina partiyekê ya Abdullah Gul û Ahmet Davutoglu de ku rayedarekî AKPê beriya referandûmê di roportajekê de bilêv kiribû 'em ê wan bi FETOyê sûcdar bikin û bixin girtîgehê' de wiha got, ev gotin bêyî serokomar Recep Tayyip Erdogan ti AKPyî nikarin bilêv bikin.

    Seven roportaja Financial Timesê jî bibîr xist ku beriya referanduma 16ê Nîsana 2017an bi Mustafa Şentop re kiribû û li ser pirsa ‘Gelo di tevgerek Gul û Davutoglu de hûnê çi bikin' rayedarê AKPyî wiha gotibû, ‘Hemleyekê bikin dê bi FETOyê re bên sûcdarkirin û bikevin girtîgehê.' Seven da zanîn ku FETO bo bêdengkirina mûhalîfên di partiya AKPê de amûrekî xwedî bi hêz e.

    Seven da zanîn ku rojnamevanê Financial Timesê Daved Gardner hevalê wî ye kesê ku ev gotin kirine jî rayêdarê AKPê mustafa elitaş e. Seven diyar kir ku bêyî agahdarî û piştgiriya Erdogan ti kes nikare ji rojnamevanekî brîtanî daxuyaniyek wisa bike.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan û Gul dê li heman maseyê rûnenên
    Erdogan ji bo pirsa Gul: Min nedin xeberdan
    Kerestecioglu: Bila Hayrunisa Gul bibe namzed
    Avakarê AKPê: Erdogan xwest Gul bibe namzedê serokomariyê
    Ji HDPê bo Gul: Cesareta te tuneye? Derkeve bibe namzed
    Etîketan:
    serokomar, sûcdarkirin, feto, Ahmet Seven, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de