05:17 25 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan di hilbijartinan de çima dê têk biçe?

    © Sputnik / Sergey Guneev
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Avakarê AKPê û cîgirê serokwezîrê berê Abdullatif Şener sedema têkçûna AKPê û Recep Tayyip Erdogan ya di hilbijartina 24ê Pûşberê de eşekere kir: Erdogan di hilbijartinan de dê têk biçe, çimkî aboriya Tirkiyeyê ber bi nebaşbûnê ve diçe."

    Avakarê AKPê û cîgirê Serokwezîrê berê Abdullah Şener ji Politikyolê re axivî û bilêv kir ku aboriya welêt ber bi nebaşiyê ve diçe û dê bibe sedema têkçûna Erdogan: "Bi zêdêbûna bihayê dolar ve aboriya Tirkiyeyê bi krîzek cidî re rûbirû ye. Ber bi çav e ku aboriya Tirkiyeyê ev demek e dirêje baş nayê birêvebirin. Hikûmetek ku aboriyê ne li gor rêzikan birêve dibe Tirkiyeyê îdare dike, herwiha nizane dînamîkên Tirkiyeyê li gor hewcedariyên aboriya welêt bikarbînin."

    Şener destnîşan kir ku Tirkiye di hundirê salekê de divê 220 mîlyar dolar bibîne ku bo sekna aboriyê berevajî bibe û bikeve nava tevgerdariyekê, ya na krîzek mezin nêz e, hemû sektor dê zehmetiyek mezin bikşînin.

    Bi heman mijarî:

    Abdulatif Şener ji bo namzediya serokomariyê ji Sputnikê re axivî
    ‘Kiliçdaroglu şêwirmendên xwe şandin cem Abdullatif Şener'
    Abdullatif Şener: Ez di partiya Abdullah Gul de cih nagrim
    Avakarê AKPê Abdullatif Şener: "Ez ê ji bo dengê ‘na' bixebitim"
    Etîketan:
    ekonomî, krîz, aborî, pere, Abdullatif Şener, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de