08:03 25 Gulan 2018
    Ji Artêşa Azad ASA daxuyaniya talan û diziya li Efrînê

    Aqibeta 25 sivîlên efrînî ku hatibûn revandin hê jî ne diyar e

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Aqibeta 25 sivîlên efrînî ku 15ê Gulanê ji aliyê çekdarên Artêşa Sûriyaya Azad (ASA) ve hatibûn revandin nediyar e.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, 25 gundiyên ji herêma Kurzêlê 15ê Gulanê ji aliyê çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ya grûba Ehrar el-Şamê ve hatin revandin.

    Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku kesûkarên girtiyan seredana aliyên peywendîdar li Efrînê û Ezazê kirine daku çarenivîsa girtiyên xwe bizanin, lê gorî kesûkarên girtiyan navendên asayişa Efrîn û Ezazê înkar kirine û gotine me tu kes nebiriye.

    15ê Gulanê li ser rêya gundê Kurzêlê mayînek teqiya û çekdarên ASAyê jî tevahiya mêrên gund ji bo lekolînê berhev kiribûn û paşî bi xwe re biribûn.

    Bi heman mijarî:

    ‘Em Efrînê radestî rêvebiriya Esad nakin'
    Li Efrînê teqîn: Mirî û birîndar hene
    Dîsa çekdarên ASAyê li Efrînê kurd revandin
    Artêşa Tirkiyê ji kurd û erebên li Efrînê nasnameya tirkî dixwaze
    Li Şeraya Efrînê şerê dijwar: 7 kuştî
    'Piştî 54 rojan, balafirên Tirkiyeyê dîsa li ezmanên Efrînê ne: Kuştî hene'
    Etîketan:
    Aqibeta 25 sivîlan ne diyar e, ASA, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de