20:55 20 Gulan 2018
    Meydana Taksîmê

    Rojnamevanên îsraîlî ku li Stenbolê hevpeyvîn dikirin rastî êrişê hatin

    © REUTERS / Alkis Konstantinidis
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî bûyerên Xezzeyê du rojnamevanên îsraîlî ku li Taksîma Stenbolê hevpeyvîn dikirin bi îdîaya ku rastî êrişê hatine gilî kirin û jinek hat binçavkirin.

    Li gor nûçeya Firat Alkaçê rojnameya Hurriyetê, kameremanê Hadashot TV Newsê Oded Bino û nûçegihan Ohad Hemo rojek berê li Meydana Taksîm a Stenbolê hevpeyvîn pêk anîn.

    Ekîba ku di hevpeyvînên xwe pirsên wek‘derheqê Îsraîlê de ji bo van pevçûnên dawî hûn çi difikirin? Dipirsîn seet li derdora 16:00an li meydanê bi teksîvanan re hevdîtinek pêk anî.

    Li gor îdîayan jineke azerî li ser pirsa rojnamevanên îsraîlî got ‘li Filistînê hûn însanan dikujin û paşî tên xeberan jî çêdikin'. Piştî berteka jina azerî hinek hemwelatiyên din jî kom bûn û li gor îdîayan li rojnamevanên îsraîlî xistin. Polîsan jina azerî binçav kir, piştî îfade standinê serbest hat berdan.

    Bi heman mijarî:

    Endamên Koma ku xwestin biçin Taksîmê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin
    Hemû rêyên ku derdikevin Taksîmê hatin girtin
    Li Taksîmê tevgera 1ê Gulanê dest pê kir
    2 Jin li Taksîmê hatin desteserkirin
    Gumanbarê DAIŞê yê êrîşa Taksîmê 'ji ber sedemên tenduristî' hat tehliyekirin
    Etîketan:
    Rojnamevanên îsraîlî rastî êrişê hatin, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de