20:59 22 Gulan 2018
    Refik Karakoç

    HAK-PAR: Me bi HDPê re li hev nekir, em serbixwe diçin hilbijartinan

    © Sputnik / Abdulhakim Günaydın
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li ser tifaqa hilbijartinan bi HDPê re li hev nekiriye û got, ‘HDPê ji bo kursiyên parlamentariyê ti pêşniyar li me nekirine.’

    Serokê Giştî yê HAK-PARê Refîk Karakoç di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinên pêşwext ên 24ê Hezîranê dibin û li ser hevdîtinên bi HDPê re jî got, ‘4ê vê mehê şanda HDPê li Amedê serdana HAK-PARê kiriye û hevdîtinek pêk hatiye.'

    Karakoç destnîşan kir ku nûçeyên derbarê berdewama hevdîtinên hilbijartinê bi HDPê re nerast in û di hevdîtina 4ê Gulanê de jî di derbarê parlamenter û kursiyan de tiştek nehatiye gotin.

    Karakoç ragihand ku ew bi ti partiyan re nakevin nav ti bazaran û ew ê bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinên 24ê Hezîranê bibin.

    Hêjayî bîrxistinê ye, 5 partiyên kurd bi navê ‘Tifaqa Kurdîstanî' encama danûstandina xwe ya bi HDPê re 17ê Gulanê eşkere kirin ku hevdîtinên ji bo tifaqa hilbijartinê bi ser neketine.

    Bi heman mijarî:

    ‘Polîsan bi ser sifreya paşîva gund de girt û dest bi lêdanê kir’
    ‘Piştî hilbijartinan dibe ku pêvajoya çareseriyê destpê bike’
    Polîsê Belçîkî da pey dolmîşa koçberên kurd û bû sedema mirina zaroka 2 salî
    Pûtîn: Divê hêzên çekdar ên biyanî ji Sûriyeyê bên derxistin
    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Bila êdî partnerên biyanî rewşa Vişînskiy bibînin
    Pûtîn li Soçiyê bi Esad re civiya: Mercên proseyeke nû ya siyasî çêbûne
    Karamollaoglu: Pirsgirêka HDPê ya benda hilbijartinê nîne
    Ji çar aliyên cîhanê misilmanan bi coş pêşwazî li meha Remezanê kirin
    Rûsyayê doz li rojnamevanê DYAyî ku pêşniyaza bombebarankirina Pira Kirimê kiribû vekir
    Etîketan:
    HDP, HAK-PAR, Hilbijartin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de