14:15 23 Gulan 2018
    Polîs, serdegirtin, binçavkirin

    ‘Polîsan bi ser sifreya paşîva gund de girt û dest bi lêdanê kir’

    © REUTERS / Sertac Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku şevê din Tîmên Polîsên Tevgera Taybet ên tirk bi ser sifreya paşîvê ya malbateke gundê Şapatan a Şemzînanê de girtine û bi qûndaxa çekan li xwediyê malê xistine.

    Li gor ragihandina jêderên ji deverê tîmeke polîsên taybet di dema paşîvê de bi ser gundê Şapatan ê navçeya Şemzînan a Şirnexê de girtine û xwediyê malê jî bi qûndaxên çekan derb kirine.

    Gundiyê ku birîndar bûye rakirine nexweşxaneyê, lê piştî pansûmanê bêyî rapora derbkirinê doktor ew şandiye mal.

    Li gor nûçeya nivîskar û rojnamevan Îskender Kahraman ku li ser hesabê xwe yê twitterê belav kiriye, gundiyê ku dema paşîvê polîsan bi ser mala wî de girtiye behsa lêdana polîsan dike.

    Gundiyê ku bi lêdana qûndaxên çekan birîndar bûye diçe nexweşxaneyê û ji aliyê doktor ve tê pansûmankirin, lê doktor rapora ku ji polîsan lêdan xwariye nedaye wî.

    Li gor nûçeyê heman kes sala borî jî ji aliyê polîsan ve lêdan xwarine.

    Bi heman mijarî:

    ‘Piştî hilbijartinan dibe ku pêvajoya çareseriyê destpê bike’
    Polîsê Belçîkî da pey dolmîşa koçberên kurd û bû sedema mirina zaroka 2 salî
    Pûtîn: Divê hêzên çekdar ên biyanî ji Sûriyeyê bên derxistin
    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Bila êdî partnerên biyanî rewşa Vişînskiy bibînin
    Pûtîn li Soçiyê bi Esad re civiya: Mercên proseyeke nû ya siyasî çêbûne
    Ji çar aliyên cîhanê misilmanan bi coş pêşwazî li meha Remezanê kirin
    Etîketan:
    Serdegirtina polîsan, Paşîv, Şapatan, Şirnex, Şemzînan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de