14:18 23 Gulan 2018
    Newroz

    ‘Piştî hilbijartinan dibe ku pêvajoya çareseriyê destpê bike’

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, nivîskar û rojnamevan Îlnûr Çevîk di bernameyeke televizyonê de ji bo namzedê Serokomariyê yê HDPê Selahattîn Demirtaş got, divê ew ji girtîgehê neyê berdan.

    Çevîk di bernameya Haberturk TVyê de mijarên siyasî nirxandin û li ser daxwaza hin parlamentarên AK Partiyê ya berdana Demirtaş ji girtîgehê got, "Ez difikirim ku divê Demirtaş neyê berdan. Wî di bûyerên Kobaniyê de xelk daxistin kuçeyan û bûyerên xendekan daye destpêkirin."

    Îlnûr Çevîk herwiha destnîşan kir ku dê Serokomar Erdogan piştî hilbijartinan hinek gavan ji bo gelê herêmê (bajarên kurdan) bavêje û bal kişand ser destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê.

    'KURD JI BERTA DIJÎ BARZANÎ ACIZ BÛN'

    Çevîk da zanîn ku gelê kurd ji ber berta li tund a li dijî Barzanî ya referandûmê gelekî aciz bûye û ji tifaqa AK Partî-MHPê jî zêde ne bi hêvî ne.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn li Soçiyê bi Esad re civiya: Mercên proseyeke nû ya siyasî çêbûne
    Karamollaoglu: Pirsgirêka HDPê ya benda hilbijartinê nîne
    Rûsyayê doz li rojnamevanê DYAyî ku pêşniyaza bombebarankirina Pira Kirimê kiribû vekir
    Pûtîn: Îsal 10 keştî û 160 navgînên hewayî yên din li artêşa Rûsyayê tên zêdekirin
    Li Sûriyeyê leşkerên frensî kû riya xwe şaşkirin hatine desteserkirin
    Rayedarê rûsî yê li RHEEyê: Pêwîst e Kîrîll Vişînsky demildest bê berdan
    Îran a ku Amerîka mueyîde lê sepandin bi Brîtanyayê re peymana petrolê îmze kir
    Etîketan:
    Hilbijartin, Pêvajoya Çareseriyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de