12:01 23 Gulan 2018
    Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu

    Karamollaoglu: Pirsgirêka HDPê ya benda hilbijartinê nîne

    © Foto : Navenda Giştî ya Saadetê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu encamên lêkolînên xwe yên li ser hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyeyê eşkere kirin.

    Li gor anketên Partiya Saadetê bi kompaniyên rapirsînan re daye çêkirin, dengên AK Partiyê rêjeyke diyar kêm bûne û ligel Hevpeymaniya Cumhur a bi MHPê re jî encex digihe 42-44%ê dengên giştî.

    Karamollaoglu got, 'Dema wek blokên muxalefetê em li hilbijartinan dinêrin, di hilbijartinên parlamentoyê de bi rêjeya 45-55%î serdestiya muxalefetê tê xuyakirin.'

    Serokê Saadetê di berdewamê de diyar kir, "Di vê rewşê de li gor min ti pirsgirêka HDPê ya derbaskirina benda hilbijartinê tune ye. Bi vî awayî dibînim ku muxalefet ferqeke bi qasî 10 pûanan ji deshilatdariyê zêdetir dengan distîne ku serdestiyeke girîng a parlamentoyê bi dest dixe. Ez ji ber vê jî hedefa muxalefetê ya dengan sedî 60 dibînim ku ev rêjeyeke rasteqîn e."

    Herwiha li gor encamên lêkolînên hilbijartinê yên Karamollaoglu eşkere dike, di gera duyem a hilbijartina serokomariyê de namzedê muxalefetê tê hilbijartin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê doz li rojnamevanê DYAyî ku pêşniyaza bombebarankirina Pira Kirimê kiribû vekir
    Li Sûriyeyê leşkerên frensî kû riya xwe şaşkirin hatine desteserkirin
    Îran a ku Amerîka mueyîde lê sepandin bi Brîtanyayê re peymana petrolê îmze kir
    Demîrtaş ji ber xebatên hilbijartinê tev li danişînê nebû
    Îranê biryara îdama Ramîn Husên Penahî da
    Ji bo wêrekiya xwe îsbat bike, xwe avêt ber TIRê
    Etîketan:
    HDP, Saadet, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de