07:12 26 Gulan 2018
Selahattin Demirtaş

Demîrtaş ji ber xebatên hilbijartinê tev li danişînê nebû

© Foto : HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)
0 0 0

Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş di danezaneke ji dadgehê re got ku ji ber bernameya hilbijartinên serokomariyê ew dê nikaribe beşdarî danişînê bibe. Danîşîn hat texîrkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) doza Demirtaş a ku bi hinceta ku 'heqaret li Serokomarê tirk kiriye' hat dîtin. Demirtaş bi danezaneke ji dadgehê re da zanain ku ew xebatên hilbijartinê dike û ji ber xebatên xwe yên hilbijartinê parastina xwe amade nekiriye û xwest ku beşdarî danîşîna li Dadgeha Cizayê Asliyê ya 38e nebe.

Parêzerê Demirtaş daxwazên xwe yên danîşînên berê dûbare kirin. Ji aliyê din ve hat zanîn ku parêzêrên Erdogan di giliyê xwe de berdewam in.

Dozgeriyê mazereta Demirtaşî qebûl kir û danîşîn bo 5 Berfanbarê texîr kir û xwest ku Demirtaş di wê danişînê de amade be.

 

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)

Bi heman mijarî:

Demirtaş mal û milkên xwe eşkere kir: Dîploma û bi sedan pirtûkên min hene
Başak Demirtaş: Êvarî mîtînga Demirtaş heye!
Parlamenterê AKPê yê Stenbolê: Divê Demirtaş serbest were berdan
Parêzerê Demirtaş derbarê îdiaya berdana wî de ji Sputnikê re axivî
Demirtaş nalet li Îsraîlê anî û ji bo piştevaniya filîstîniyan banga mîtinga mezin kir
Etîketan:
Hilbijartin, Daraz, Dadgeh, HDP, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de