01:34 26 Gulan 2018
Newroz- Selahattin Demirtaş

Ermeniyên Tirkiyê piştgiriya xwe ji bo Demirtaşî ragihand

© REUTERS / Murad Sezer
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)
0 20

Rêxistina ermeniyên Tirkiyê Nor Zartonk (Hişyarbûna Nû) ragihand ku ew dê di hilbijartinên 24ê Hezîranê de piştgiriyê bidine Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Selahattin Demirtaşî.

Rêxistina ermeniyên Tirkiyê Nor Zartonkê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser astengiyên li ser hilbijartinên patrîk û rêveberên weqfên ermeniyan û amaje pê kir ku "hikûmetê astengî li Başepisîkoposê Karekin Bekçiyan ê ku weke Dexabah (Qaymeqamê Patrîk) hatiye bijartin derxistine û li şûna wî weke qeyûmên şaredariyê Başepiskopos Ateşyan hatiye wezîfedarkirin. Mafê azadiya baweriya xelêk ermeniyan bi awayekî aşkere hatiye binpêkirin."

‘DENGÊ ME JI HDPê Û DEMIRTAŞ RE YE'

Nor Zartonê di daxuyaniya xwe de rexne li polîtîkayên AKPê û Serokê AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan digire û destnîşan dike ku bi serkeftina HDPê ya di hilbijartinên 7ê Hezîranê de bi awayekî fiîlî dawî li desthilata AKPê ya ku ji 2002yan ve li ser kar aniye, "Serkeftina HDPê ya di hilbijartinên 7ê Hezîranê de bi awayekî fiîlî dawî li desthilata AKPê yaku sala ji 2002yan ve li ser kar aniye. (Serokê AKPê û Srokomarê Tirkiyê Recep Tayyip) Erdogan û desthilata AKPê ji bo car din rêveberiya dewletê têxe bin kontrola xwe dest bi zext û fişaran û terora dewletê kir. Her çiqas AKP bi OHALê re bi awayekî fiîlî car din vegeriyabe pergala desthilata yekkesî her ku çûye qeyrana aborî mezin bûye û taliya talî naçar mayê ku hilbijartinên pêşwext li dar bixe."

‘NAMZETÊ ME Û HÊVIYA SELAHATTIN DEMIRTAŞ E'

Nor Zartonkê bal kişande rewşa bangeşeyan û ser rola kilîlî ya HDPê û got, "Di vê hilbijarina ku di OHALê de tê lidarxistin namzetê me û hêviya Selahattin Demirtaş e. Em wekû gelê ermenî bang li hemû hilbijêrên dost ê li Tirkyiê û derveyî Tirkiyê dikin ku di vî warî de dengê xwe bi kar bînin, piştgiriya xebatên hilbijartinan bikin û xwedî li sindoqan derkevin."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)

Bi heman mijarî:

Demirtaş mal û milkên xwe eşkere kir: Dîploma û bi sedan pirtûkên min hene
Başak Demirtaş: Êvarî mîtînga Demirtaş heye!
Parlamenterê AKPê yê Stenbolê: Divê Demirtaş serbest were berdan
Parêzerê Demirtaş derbarê îdiaya berdana wî de ji Sputnikê re axivî
Orhan Miroglu: Eger Demirtaş ceza bistîne dê namzediya wî betal bibe
Akşener: Ez dixwazim ku Demirtaş jî bi me re di heman şertan de xebatin xwe bike
Demirtaş nalet li Îsraîlê anî û ji bo piştevaniya filîstîniyan banga mîtinga mezin kir
Etîketan:
Hilbijartinên Tirkiyê, Hilbijartina Serokomariyê, Hilbijartin, Nor Zartonk, Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de