14:16 23 Gulan 2018
    Ahmet Şik

    Ahmet Şik: Ez namzedê HDPê me

    © AFP 2018 / OZAN KÖSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Rojnamevanê tirk ê navdar Ahmet Şik daxuyand ku ew ji bo hilbijartinên parlamenteriyê yên 24ê Hezîranê ji HDPê bûye namzede bajarê Stenbolê.

    Rojnamevanê tirk ê navdar Ahmet Şik li ser hisabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir û di wê peyamê de ragihand ku ew ji bo hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê yên 24ê Hezîranê li ser lîsteya HDPê bûye namzede bajarê Stenbolê.

    Şik derbarê mijarê de daxuyaniyek jî belav kir û di wê daxuyaniyê de got, "Ez li ser navê namzedê serokomariyê Selahattin Demirtaş û hevalên wî yên têkoşînê, ji bo piştgiriya hemû hevalên xwe yên siyasetmedar, rojnameger, xwendekar û parêzer ên hatine girtin, bûm namzed."

    Ahmet Şik di daxuyaniya xwe de anî ziman di vê pêvajoyê de derewan ji siyasetê heta burokrasiyê, ji akademiyê heta medyayê, ji çar aliyan ve dest bi genîkirina civakê kiriye û got, ez dixwazim welatê me bi çira heqîqetê ronî bibe.

    Rojnameger Şik di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman, "Ji ber ku zanebûna heqîqetê her kesî wekî hevdu dike. Edaleta li ser bingeha wekheviyê tê pêkanîn, mirovan azad dike. Ger azadî hebe, demokrasî xwecih bibe û demokrasî jî xerentiya aşitiyê ye."

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Şik ji propagandaya 3 rêxistinên cuda hat girtin
    Rojnamevan Ahmet Şik hat binçavkirin
    Ahmet Şik: "Erdogan piştgirî da FETO, bila ew jî were darizandin"
    Etîketan:
    namzedê parlamenteriyê, HDP, Ahmet Şik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de