04:30 28 Gulan 2018
Partiyên Kurdistanî

Partiyên Kurdistanî: Tifaqa hilbijartinê ji ber helwesta HDPê têk çû

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 01

Endamê tifaqê û Serokê PAKê Mustafa Ozçelik ragihand ku di dema hevdîtinên wan bi HDPê re berdewam dikir, HDPê bêyî wan deklarasyona hilbijartinê aşkere kirîye û di deklarasyonê de prensibên ku li ser li hevkiribûn cîh ne girtiye û di rojên pêş de dê helwesta xwe ya hilbijartinan aşkere bikin.

‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê' ya ku ji Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Partîya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê —Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) pêk tê têkildarî hevdîtînên bi HDPê re û xebatên xwe de agahî dan. Serokê PAKê Mustafa Ozçelik li ser navê tifaqê agahî da û têkildarî hevdîtina bi HDPê re got: "Piştî du civînên hevbeş, me bi HDPyê re li ser Deklerasyona Tifaqa Kurdistanê ya Demokratîk ya ji bo hilbijartinan li hev kir. Lê HDPê beyî me di 14ê Gulanê de deklerasyona hilbijartinê yê rêzdar Selahattin Demirtaş û ya HDPyê ji raya giştî re bê ragihandin. "

‘DI DEKLARASYONÊ DE CİH NEDAN PRENSİBÊN ME'

Ozçelik wiha berdewam kir: "Ev helwesta HDPê tune hesibandina van, ne li gorî ruhê pêk anîna tifaqekê bû. Me weke Tifaqa Kurdistanî ya ji bo hilbijartinan dîsa jî ji bo riya tifaqa me û HDPyê têk neçe, me hewleke xurt û piralî da ku, ew prensîbên ku me û HDPê li ser li hev kiribû di Deklerasyona Hilbijartinê ya Rêzdar Selahattin Demirtaş û ya HDPê de cîh bigire. Lê mixabin HDPê di roja 14ê Gulanê de hemû xebat û hevdîtinên me yên ji bo tifaqa hilbijartinê û wê deklerasyona ku me li ser wê li hev kiribû tune hesiband û di Deklerasyona Hilbijartinê ya Rêzdar Selahattin Demirtaş û ya HDPê de cih nedan wan prensîban."

‘HDPê DEKLARASYONA KU ME LI SER LI HEVKIRIBU TUNE HESABINDİYE'

Ozçelik got "Heger em berê xwe bidin deklerasyona hilbijartinê ya rêzdar Selahattin Demirtaş û ya HDPê, em ê bibînin ku piranîya van xalên esasî yên ku me û HDPê li ser wê li hevdu kiribû, di herdu deklerasyonên HDPê de jî bi cih nebûne. Di vê merheleya ku em gihîştinê de, rêveberîya HDPê hem ew hevdîtinên me yên ji bo tifaqa hilbijartinê, hem gotinên rêzdar Pervîn Buldan û hem jî deklerasyona ku me û HDPê li ser li hevdu kiribû, tune hesibandiye û di deklerasyona hilbijartinê ye rêzdar Selahattin Demirtaş û ya HDPê, cih nedayê.

‘EM Ê DI ROJÊN PÊŞ DE HELWESTA XWE NÎŞAN BIDIN'

Ozçelik wiha berdewam kir "Ji ber van sedeman, mixabin, ev xebat û hewldanên me yên ji bo tifaqa hilbijartinê negihiştîye wê armanca ku me dabû ber xwe. Em dixwazin gelê xwe di derbarê vê rastîyê de agahdar bikin. Tifaqa Kurdistanî ya ji bo hilbijartinan ji bo pêkanîna tifaqeke berfireh ya li ser qebûl kirina prensîbên sîyasî yên netewî û demokratîk, hewl û xebateke bênavber meşand. Gelê me bi sempatîyeke germ piştgirîyeke mezin da û dide van xebat û hewlên me. Ev xebata me, her wiha daxwaz û pêwîstîya gelê me ye jî. Tifaqa Kurdistanî ya ji bo hilbijartinan, dê vê pêwîstî, daxwaz, piştgirî û refleksa netewî ya gelê me jî bide ber çavan û li gorî prensîbên xwe yên sîyasî yên netewî û demokratîk, di rojên pêş de careke din rewşa heyî dê binirxîne û helwesta xwe ya di derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê de ji raya giştî re dê di rojên pêş de beyan bike."

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
HDP serdana HAK-PARê kir: Xelasiya gel û welat girêdayî yekîtiyê ye
Etîketan:
hilbijartin, tifaq, Sputnik, Mustafa Ozçelik, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de