04:15 25 Gulan 2018
    HDP-Partiya Demokratîk a Gelan

    Govend û muzîk ji bo HDPê hatin qedexekirin

    © Sputnik / Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Hat diyarkirin ku li standa HDPê ya li navçeya Kadikoyê ya bi ser bajarê Stnebolê gerandina govendê û lêxistina muzîkê hatiye qedexekirin.

    Li Tirkiyeyê piştî eşkerebûna namzedên serokomariyê yên partiyên siyasî ji bo xebatên hilbijartinê daketin kolanan û standên xwe danîn. Yek ji wan jî HDP ye.

    Li gorî nûçeyeke malpera Gazete Duvarê ji bo berdana nazmedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş kesên ji partiyên cuda yên wekî IYI Partî û CHPê tên îmzeyê diavêjin û dixwazin Demirtaşl were berdan. Hat ragihandin ku herwisa kesên ku tên gefan dixwin û pankart û afîşên standê diçirînin jî hene.

    Ligel vê yekê di nûçeyê de hat gotin ku li wê standa HDPê ya navçeya Kadikoyê gerandina govendê û lêxistina muzîkê jî hatiye qedexekirin.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
    Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
    ‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
    HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
    Etîketan:
    govend û muzîk, qedexekirin, HDP, Kadikoy, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de