05:37 22 Gulan 2018
    Binçavkirin-desteserkirin

    Operasyona mezin: General û albay jî di nav de biryara binçavkirina 101 kesî hat dayîn

    © REUTERS / Suzanne Plunkett
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de ji Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê derheqê 101 leşkerên pile bilind de biryara binçavkirinê hat deranîn.

    Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de ji Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê general û albay jî di nav de derheqê 101 leşkerên pile bilind biryara binçavkirinê deranî.

    Serdozgeriya Komarî di daxuyaniya xwe de got: "Di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de li gor îfadeyên îmamên mahrem ku peywendî bi endamên rêxistinê re danîne derheqê 101 leşkerên serpêl ên Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê de ku ji generalek, 5 albay, 2 yarbay, 4 serdar gelek leşkeran pêk tê biryara binçavkirinê hat deranîn.

    Di berdewamiya serdozgeriyê de hat gotin ku operasyona binçavkirinê ji aliyê tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Sûcên Organîze ya Midûriyeta Enqereyê ve li 21 bajaran berdewam e.

    Bi heman mijarî:

    Li 7 bajaran operasyon: 19 kes hatin binçavkirin
    Li Erzeromê 7 HDPyî û DBPyî hatin binçavkirin
    Li hemberî 118 hicreyan operasyon: 72 kes hatin binçavkirin
    Endamên Koma ku xwestin biçin Taksîmê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin
    4 tirk û 6 Sûriyeyî ji DAIŞê hatin binçavkirin
    10 kesên ku gotin, ‘Temam’ hatin binçavkirin
    Etîketan:
    FETO /PDY, Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de