16:39 20 Gulan 2018
    Muharrem İnce

    Ince: Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke çandî, aborî û siyasî ye

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Ince anî ziman ku pirsgirêka kurdi pirsgirêkeke çandî, aborî û siyasî ye û got, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pêwistî bi kesên pêşverû, modern û wêrek heye. Ince herwisa ji bo mafê zimanê zikmakî jî got, ew karê pedagog û pisporan e.

    Namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Ince duhî êvarî di bernameyeke televîzyona Fox TVyê de axivî û behsa pirsgirêka kurd û dengdêrên kurdan kir. Înce pirsa ‘Ma kurd ne ji vî welatî ne?' pirsî û got, "Ez nabêjim, ka ez dilê kurdan xweş bikim û bila dengan bidin min. Ma kurd ne ji vî welatî ne? Ez ê cîgirekî serok jî ji kurdan bigirim."

    ‘PIRSGIRÊKA KURD, PIRSGIRÊKA EXLAQÊ SIYASÎ YE'

    Muharrem Ince AKP wekî partiyeke ‘paşverû' bi nav kir û axaftina xwe wisa berdewam kir: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêwistî bi kesên pêşverû, modern û wêrek heye. Hûn ji partiya herî paşverû ya Tirkiyeyê, gava herî pêşvketî dixwazin. Hûn dixwazin kesekî ku demokrasiyê wekî amûrekî dibîne, ji bo demokrasiyê gavan biavêjin. Ev şaş e. Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke çandî, aborî û siyasî ye. Ya herî girîng jî pirsgirêkeke exlaqê siyasî ye. Bi salan mirov xapandin. Li wir cuda axivîn, li vir cuda axivîn. Divê ev çareserî li ber çavên milet pêk were."

    ‘PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ KARÊ PEDAGOG Û PISPORAN E'

    Namzedê CHPê di axaftina xwe de bal kişand ser mafê zimanê zikmakî jî û li ser vê mijarê wisa axivî: "Perwerdehiya bi zimanê zikmakî ne hedê parlamenter û rojnamegeran e. Karê pedagog û pisporan e. Ez dibêjim bila di kaneleke televîzyonê de were nîqaşkirin. Ez nikarim zarokên kurdan ji bo şerê reytîngê yên hinekan bikim amûr. Ji bo mamosteyekî çawa dê di navbera xwendekarên li Colemêrgê û xwendekarên li Yalovê de cudahî hebe? Em ê kanaleke TRTê ji bo vê mijarê dabîn bikin û bêyî tirs vê nîqaş bikin."

    Bi heman mijarî:

    Ince, îdiaya rojnamevanê nêzî hikumetê derewand
    ‘Ince di hevdîtina Erdogan de du caran xwest rabe'
    Muharrem Ince serlêdana Demirtaş kir
    3 navên suprîz tevlî mitînga Muharrem Ince ya Edirneyê dibin
    Ince piştî serdana Demirtaş diçe Colemêrgê
    Etîketan:
    Namzedê serokomariyê yê HDPê, Muharrem Ince, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de