16:32 20 Gulan 2018
    Devlet Bahçeli

    Bahçeli îhtîmala serhildana mehkûman anî rojevê: Dê ji bûyerên parka Geziyê xedartir be

    © REUTERS / Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli piştî pêşniyaza efûya giştî vê carê îhtîmala serhildana girtîgehan anî rojevê. Bahçeli: "Yên di girtîgehan de beriya hilbijartinê bi hefteyekî talîmatê bistînin û dest bi serhildanê bikin gelo em ê wê demê çi bikin?"

    Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli piştî pêşniyaza efûya giştî bo kesên di girtîgehên li Tirkiyeyê de, vê carê jî bi daxuyaniyek balkêş hat rojevê.

    Bahçeli bibîr xist ku ji xeynî sûcdarên PKKê û FETOyê divê kesên piraniya wan ciwan û zarok in serbest bên berdan. Bahçeli: "Jiyana girtîgehê jiyanek rûmetşikên e, di pêkanîna serhildanekê de Tirkiye dê bi bûyerek mezin re rûbirû bimîne. Ji bûyerên parka Geziyê dê xeddartir be."

    Devlet Bahçeli daxaza xwe bilêv kir ku bo Tirkiye aram û dilrehet bibe, divê em girtiyan bineqînin, girtîgeh ji bombeyên ku bi ser Efrînê de hatin pekandin bi talûketir in.

    Etîketan:
    mehkûm, girtî, girtîgeh, Devlet Bahçeli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de