14:15 23 Gulan 2018
    Parlamenterên HDPê

    Namzedên parlamenterî yên HDPê eşkere dibin

    © Foto : HDP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Namzedên parlamenterî yên hilbijartina 24ê Hezîranê eşkere dibin. Li gor agahiyan parlamenterên ku cezayê wan eseh bûye an jî îhtîmala cezaxwarinê hebe dibe li derveyê lîsteyê bimînin.

    Li gor nûçeya Mahmut Ilicaliyê rojnameya Cumhuriyetê, HDP xebata amadekirina lîsteya parlamenteran dewam dike û îhtîmala parlamenterên ku girtîne careke di namzed neyên nîşandan heye. Di vê çarçoveyê de bi Idris Baluken, Çaglar Demirel û Gulser Yildirim re hevdîtin hat kirin û dê careke din namzed neyên nîşandan.

    HDP di hilbijartina 1ê Mijdarê de bi 59 parlamenteran kete parlamentoyê, lê di nava 2 salan de 11 jê winda kirin. Di HDPê de parlamenterên ku niha di girtîgehê de ne û cezayê wan eseh bûye Figen Yusekdag, Ferhat Encu, Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamenterên ku ne di girtîgehê de lê parlamenteriya wan hilweşiya û qedexeya wan a siyasî heye Osman Baydemir, Îbrahîm Ayhan, Ahmet Yildirm û Besime Konce jî dê namzed neyên nîşandan.

    Ji aliyê din ve li gor daxuyaniya Hevserokê HDPê Sezai Temelli, rojnamevan Ahmet Şik jî di nava namzedên HDPê yên parlamenteriyê de ye.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
    ‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
    HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
    HDP ji bo serbestberdana Demirtaş serî li YSKê dide
    CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe
    Etîketan:
    HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de