17:04 24 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: NY li hember terora Îsraîlê ya li Xezeyê têk çûye

    © AP Photo / Emrah Gurel
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di yekemîn bernameya fitarê ya li Koşka Serokomariyê Beştepeyê axivî û ji bo bûyerên li Xezeyê qewimî ne berteka tund ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Îsraîl û Amerîkayê re nîşan da.

    Erdogan di fitarê de bal kişand ser bûyerên ku zêdetirî 60 kesan can daye û got, "Em li Filîstînê rûbirûyî tawaneke mezin a mirovî ne. Biryara Amerîkayê rêveberiya Îsraîlê har kiriye."

    'NY LI HEMBER TERORA LI XEZEYÊ TÊK ÇÛYE'

    Serokomarê tirk di berdewamê de li ser helwesta NYyê jî wiha axivî: "NY hilweşiya ye. NY li hember terora Îsraîlê ya li Xezeyê têk çûye. Em îtirazê ji vê rewşa xerab re nîşan didin. Bedêla wê çi dibe bila be, em ê ligel mezlûman bin û bêyî li nasnameya wan binêrin wan bernedin."

    Bi heman mijarî:

    Polîsa jin li ber standa HDPê strana ‘Olurum Turkiyem’ lê da û îşareta 'bozkurt' çêkir
    Li Akrê qezaya trafîkê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
    Endamê Komîsyona Hilbijartinê: Pêwist e daxwaza partiyên Kurdistanê bê bicihkirin
    Lîstîkavana ‘Keçên Rojê' li Cannesê bû
    Kurê Netanyahu li ser Instagramê çêrî Tirkiyeyê kir
    Îsraîlê Xeze topbaran kir
    Dengbêj ji bo fitarê gazî mele dike: Ez xulamê te me...
    Etîketan:
    NY, Xeze, Filîstîn, Îsraîl, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de