11:39 23 Gulan 2018
    ahmet turk

    ‘Serlêdana Ahmet Turk a bernamzediya parlamentariya HDPê hat redkirin’

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Salih Turan
    0 02

    Siyasetmedarê Kurd û Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, ji bo bernamzediya parlamentariya HDPê serî lê da, lê nehat qebûlkirin.

    Çavkaniyeke taybet ji şaredariya Mêrdînê ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ji bo bernamzediya parlamentariyê ya HDPê serlêdana xwe kiriye, lê bi hinceta ku hîn jî li gor qanûnan ew şaredarê Mêrdînê ye serlêdana wî nehatiye qebûlkirin.

    ŞAREDARÊN QEYÛM KETINE ŞÛNA WAN HÎN BEŞEK MEAŞÊN XWE DISTÎNIN

    Çavkaniyê da zanîn ku Turk jî wekî hemû şaredarên din ên li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin hîn wek şaredarên bajarên xwe ne ku beşek ji meaşên xwe jî werdigirin.

    Li gor yasayan heta hilbijartinên rêveberiyên herêmî neyên kirin ligel ku ji erkên xwe yên şaredariyê hatibin dûrxistin jî nikarin ji bo hilbijartinên parlamentariyê serlêdanê bikin.

    HETA ÎSTIFA NEKIN NIKARIN BIBIN NAMZEDÊN PARLAMENTARIYÊ

    Li gor yasayên Tirkiyeyê yên hilbijartinan, heta karmendên dewletê û şaredar jî di nav de ji karê xwe yên fermî îstifa nekin nikarin bibin namzedên parlamentariyê.

    Hêjayî gotinê ye, Ahmet Turk demek berê dabû xuyakirin ku wî nêrînên xwe bi rayedarên partiyê re parve kirine, lê ew êdî teqez nabe namzedê parlamentariyê.

    Bi heman mijarî:

    Li kampên penaberan kîjan partiyê çiqas deng standin?
    Rûsya: Li Hûmsê tehliyekirina milîtanan gihîşt dawiyê
    Li Akrê qezaya trafîkê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
    Endamê Komîsyona Hilbijartinê: Pêwist e daxwaza partiyên Kurdistanê bê bicihkirin
    Ji Federasyona Rojnamevanên Navnetewî bo Ukraynayê: Vişînkiy derhal berdin
    Lîstîkavana ‘Keçên Rojê' li Cannesê bû
    Kurê Netanyahu li ser Instagramê çêrî Tirkiyeyê kir
    Etîketan:
    Ahmet Turk, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de