11:37 23 Gulan 2018
    HDP- Otobês

    Polîsa jin li ber standa HDPê strana ‘Olurum Turkiyem’ lê da û îşareta 'bozkurt' çêkir

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Polîsa jin a ku ji bo parastina standa HDPê ya li Kugulu Park a Çankaya ya Enqereyê hatibû wezîfedarkirin, standa HDPê provoke kir û dengê strana ‘Olurum Turkiyem’ bilind kir.

    Hat ragihandin ku polîsa jin deriyê otomobîleke li ser kolana ku standa HDPê ya bangeşeya hilbijartinê hebû, vekir û dengê strana ‘Bo te dimirim Tirkiye' (Olurum Turkiyem) bilind kir.

    Herwiha polîsa jin bi tiliyên xwe nîşaneya neteweperestên tirk a ‘Bozkurt — Gurê Spî' li dijî HDPiyan çêkir.

    Polîsa jin xwest ku bi strana nijadperestî dengê strana bangeşeya hilbijartinê ya HDPê bifetisîne.

    HDPyiyên li ber standê bêyî ku ti bersivekê bidin pişta xwe dan vê kiryara polîsa jin û bi bêdengiyê bertek nîşan dan.

    Bi heman mijarî:

    Endamê Komîsyona Hilbijartinê: Pêwist e daxwaza partiyên Kurdistanê bê bicihkirin
    Ji Federasyona Rojnamevanên Navnetewî bo Ukraynayê: Vişînkiy derhal berdin
    Lîstîkavana ‘Keçên Rojê' li Cannesê bû
    Kurê Netanyahu li ser Instagramê çêrî Tirkiyeyê kir
    Îsraîlê Xeze topbaran kir
    Dengbêj ji bo fitarê gazî mele dike: Ez xulamê te me...
    Kremlin: Pûtîn û Erdogan ji mirina hejmareke zêde ya xwenîşanderên filistînî nîgeran in
    Etîketan:
    Stand, Polîs, Enqere, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de