01:37 26 Gulan 2018
Kobanî

Erdoganî got, 'Kobanî ne bajarê kurdan e', pêşkêşvanê kurd bersiv da, 'niha dora min e...'

© AFP 2018 / Yasin Akgul
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya Brîtanyayê de li saziya Chatham Houseê axift û got, "Kobanî ne herêmeke kurdî ye, navê wê Eyn el Ereb e û wateya wê, 'çavê ereban e". Pêşkêşvanê kurd Dilbixwîn Darayî bersiv da Erdoganî û got,"Kobanî tenê navê wê Kobanî ye."

Hatibû ragihandin ku Erdoganî di axiftina xwe ya li Chatham Houseê îdîa kiribû ku Kobanî ne bajarekî kurdî ye, lewra divê ne di kontrola PYD/YPGê de be.

Serokkomarê tirk wiha gotibû: "Navê resen ê herêmê Eyn el Ereb e. Anku çavê ereban. Lewra nabe bibe herêmeke kurdî. Xwediyên rast ên wê herêmê, ereb in."

"ERDOGANÎ GOT, 'ÇAVÊ EREBAN', PÊŞKÊŞVANÎ GOT, 'NE ÇAVÊ EREBAN LÊ KANIYA EREBAN E"

Pêşkêşvanê kurd ê kanala Rûdawê ku li Kobaniyê ji dayik bûye, derbarê mijarê de axift û got: "Niha jî dora min e. Serrast bikim. Kobanî tenê navê wê Kobanî ye. Bi ereb, tenê ereb ji xwe re dibêjin, Eyn el Ereb, yanî ne 'çavê ereban' lê 'kaniya ereban'. Koçberên ereb berê diçûn Kobaniyê, pez li wir av didian. Ji ber li Kobaniyê av hebû. Du kanî hene. Yek Kaniya Ereban e. Kaniya Mirşidan. Kaniya Ereban ji ber ku ereban pezê xwe dibir wê derê. Kobanî sed ji sedî bajarekî kurdî ye. "

Bi heman mijarî:

'Tirkiyeyê bi moşekan êrîşî Kobaniyê kir'
Leşkeriya neçar li Kobaniyê
Nûnerê Taybet yê Obama dîsa çû Kobaniyê
Kurdên Rûsyayê, ji bo berxwedana Kobaniyê civiyan
Li Kobaniyê Tirkiye hat protesto kirin
'Roja Zêrîn' li zarokên Kobaniyê pêdivîyên dibistanê belav kir
Tankên Artêşa tirk ketin Kobaniyê
Etîketan:
YPG, PYD, Dilbixwîn Dara, recep Tayyip Erdogan, Eyn el Ereb, Brîtanya, Tirkiye, Kobanî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de