16:58 26 Gulan 2018
Tirkiye û Îsraîl

'Ti wateya ku Tirkiye bi Îsraîlê re danûstendinê bike tune ye'

© REUTERS / Baz Ratner
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Xurek û Ajalvaniya Dewleta Îsraîlê Uri Ariel piştî ku daxuyand bi Tirkiyeyê re îthalat rawestandin e, hikumeta Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê bersiv da: "Dewletek mezin wek Tirkiyeyê, bi dewletek biçûk wek Îsraîlê re îxracatê bike çi ye neke çi ye?"

Piştî ku Wezîrê Xurek û Ajalvaniya Dewleta Îsraîlê Uri Ariel daxuyand ku dewleta Îsraîlê bi Tirkiyeyê re hemû îtxalat rawestandiye, Wezîrê Xurek û Ajalvaniya Tirkiyeyê Ahmet Eşref Fakıbaba derbarê biryara Îsraîlê de daxuyaniyek da: "Ti wateya rawestandina îtxlatê ya bi Îsraîlê re bo me tuneye, dewletek biçûk wek Îsraîlê, bi dewletek mezin wek Tirkiyeyê re îtxalatê bike çi ye, neke çi ye?"

Wezîrê Xurek û Ajalvaniya Dewleta Îsraîlê Uri Ariel duh di daxuyaniya xwe de got ku wek wezîrê Ajalvaniyê min biryara rawestandina îtxalata bi Tirkiyeyê re da ye: "Em nabin piştevanê dewleta ku bi durûtî dersa ehlaqê dide Îsraîlê. Dema ku hêzên Îsraîlê hemwelatiyên îsraîlî li dijî êrîşên Filistînê diparast Erdogan şîret li cîhanê dikirin û rêxistinek wek HAMASê finanse dike."

Bi heman mijarî:

Erdogan: Em barkirina balyozxaneya Amerîkayê bo Qûdsê nas nakin
‘Dibe ku civîna Pûtîn, Erdogan û Rûhanî meha Tebaxê an jî Îlonê pêk were'
Erdogan: Roja înê piştî nîvro ji bo Filîstînê em li meydana Yenîkapi ne
Erdogan: Amerîkayê rola xwe ya navbeynkar a Rojhilata Navîn wenda kiriye
Etîketan:
danûstendin, îtxalat, Ahmet Eşref Fakıbaba, Uri Ariel, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de