04:04 25 Gulan 2018
    DAIŞ

    Moşekvanê DAIŞê li Tirkiyeyê hat girtin

    © REUTERS / Stringer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gor îdiayan Muhammet El Muhammet Ali li bajarê el Bab a Sûriyeyê ku nêzî salek û nîvekê bo DAIŞê moşek çêdikirin, li bajarê Adanaya Tirkiyeyê dema ku kaxiz kom dikirin hat girtin. Ali di îfadeya xwe de got ku bi zorê pê moşek dane çêkirin.

    Miduriyeta Ewlekariya Adanayê derbarê endam û moşekvanê DAIŞê Muhammet El Muhammet Ali de hin agahî bidest xistin ku li bajarê Adanayê dijî. Di lêkolîna ku hat kirin de dema ku Ali kaxiz û şîşeyên plastîk didan hev û pê debara xwe dikir hat desteserkirin.

    Ali di îfadedayina xwe de got, "Ez bi xwe karê tornayê dikim, dema ku bajarê ez li dijiyam ket bin kontrola DAIŞê, bi zorê bi min serê moşekan dan çêkirin. Ewil min qebûl nekir, lê çek dan serê min û ez tirsiyam. Di hundirê salek û nîv de min 60 serê moşekan çêkirin."

    Muhammet El Muhammet Ali eşkere kir ku dema dest bi kuştina kesên ku rîha xwe dirêj nakin û pantolonên tenk li xwe dikirin kirin, ez reviyam û hatim Adanayê.

    Bi heman mijarî:

    'Di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî de şerekî giran rû dide'
    ‘Artêşa Sûriyê di warê tehliyekirinan de bi DAIŞ û el Nûsrayê re li hev kir'
    Li Iraqê DAIŞ êriş kir: 10 mirî
    ‘DAIŞ amadehiya dagirkirina Mûsilê dikê'
    Ebadi: DAIŞ di aliyê leşkerî de xelas bû lê hin hucreyên wan hê mane
    Etîketan:
    DAIŞ, çekdar, moşek, moşekvan, Muhammet El Muhammet Ali, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de