11:11 24 Gulan 2018
    Efrîn

    ‘Em Efrînê radestî rêvebiriya Esad nakin'

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Akdag, derbarê endamtiya Yekîtiya Ewropa (YE) de axivî û bersiva pirsa operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê da: "Em Efrînê bi dest Esad bernadin."

    Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nîkos Kotzias
    © AP Photo / dpa, Wolfgang Kumm
    Li gor nûçeya DW a tirkî Cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Akdag giliyên Tirkiyeyê yên ji YEyê anî ziman ku bêedaletî tevdigerin, lê armanca me ew e ku heta sala 2023an endatiya YEyê ye.

    Akdag li ser pirsa derbarê operasyona Tirkiyeyê ya dijî Efrînê de jî wiha bersiv da: "Em êdî Efrînê radestî rêvebiriya Esad nakin û ne pêkan e. Nêta Tirkiye ku demek dirêj li herêmê bimîne tuneye, armancek me heye ew jî li dijî hin koman parastina Tirkiyeyê ye."

    Operasyona Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad a dijî Efrînê 20ê Rêbendanê dest pê kiribû û di meha adarê de kontrola Efrînê bidest xistibûn.

    Bi heman mijarî:

    Kotzias : Yûnanistan ne Efrîn e
    Temelli: Hisabê wan dê ji Kerkûk, Efrîn û Amedê vegere
    Yekîtiya Erebî: Efrîn hatiye dagirkirin
    Çavuşoglu: Efrîn radestî rejîmê nabe
    Etîketan:
    operasyon, dagirkerî, efrîn, cîgir, Recep Akdag, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de