17:06 26 Gulan 2018
Pervin Buldan

Buldan: Tu kurdek jî deng nade Akşenerê

© Sputnik / Osman Başqalî
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Hevseroka HDPê Pervin Buldan di axaftina xwe de ragihand ku tu kurdek dengê xwe nade Seroka Giştî ya IYI Partî Meral Akşenerê.

Li gor nûçeya Duvarê Hevseroka HDPê Pervin Buldan di axaftina xwe de got: "Dixwazin bi dilekî eşkere bêjim ku di serî de ez û tu kurd wê dengên xwe nedin Meral Akşenerê."

Pervin Buldan di berdewamiya axaftina xwe de ji bo pirsa gelo Akşener wê bikaribe ji kurdan deng wergire? got: "Ev ne tiştekî veşartiye û rastiye. Dema Meral Akşener Wezîra Navxweyî bû bi hezaran însan li kolanan hatin kuştin û hatin windakirin. Ew roj hê jî di heşê kurdan de ne û wê jibîr nekin. Ez dixwazim bêjim Akşener wê rayekê jî kurdan wernegire."

Buldan di dirêjiya axaftina xwe de got. "Ez bawer nakim tu kurdek dengê xwe bide Akşener û ji îro dixwazim vê bînim ziman."

Bi heman mijarî:

Pervin Buldan: Em ê di rêya Demirtaş û Yuksekdag de bimeşin
Pervin Buldan di derbarê piştgirîdayîna meşa edaletê de daxuyanî da
Pervin Buldan serbest hat berdan
Pervin Buldan li mala xwe ya li Stenbolê hat binçavkirin
Serdozgeriyê ji bo îfadeyê bang li Pervin Buldan kir
Etîketan:
HDP, Pervin Buldan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de