17:00 26 Gulan 2018
Recep Tayyip Erdogan

‘Min Erdogan kire parlamenter û serokwezîr'

© REUTERS / Christian Hartmann
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Avakarê AKP û cîgirê serokwezîrê berê Abdullatif Şener bersiva rexneyên Serokomar Recep Tayyip Erdogan da û ragihand ku min Erdogan kire parlamenter û serokwezîr.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya Brîtanyayê de hevpeyvînek dabû televîzyona BBC û di hevpeyvînê de Abdullatif Şener bi tundî şermezar kiribû û ji bo wî gotibû: "Referansa wî di siyasetê de qet tuneye û ew mirovekî bê kredî ye."

Abdullatif Şener piştî rexneyên Erdogan di televîzyona Halk TVyê de got: "Di jiyana min a siyasî de wî tiştek nedaye min. Hê berî ku ew bibe parlamenter ez 11 salan parlamenter bûm. Wezîrtî û cîgirtîya serokwezîrtiyê min kir. Dema bû Serokê Giştî yê AKP, parlamenter û serowezîr her tim piştgiriya min hebû. Ez îtîraf dikim ku bi piştgiriya min hat heta vir. Dema ku behsa min û tiştekî kir divê qenciya min jibîr neke. Wî tiştek nedaye min, lê min gelek tişt danê."

Bi heman mijarî:

Erdogan: Em barkirina balyozxaneya Amerîkayê bo Qûdsê nas nakin
Netanyahu: Erdogan kuştinê baş dizane
Erdogan: Roja înê piştî nîvro ji bo Filîstînê em li meydana Yenîkapi ne
Erdogan: Amerîkayê rola xwe ya navbeynkar a Rojhilata Navîn wenda kiriye
Sûdan û Tirkiyeyê li ser cîbicîkirina peymanan li hev kir: Erdogan û Beşîr dicivin
Erdogan bersiva pêşniyara Demirtaş da
Etîketan:
Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Abdullatif Şener, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de