04:29 28 Gulan 2018
Bariş Atay

Piştî nivîsa Ahmet Hakan a Hurriyetê Bariş Atay hat binçavkirin

© Foto : Public Domain
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Parêzer Efkan Bolaç li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê peyamek parve kir û ragihand ku Bariş Atay hatiye binçavkirin.

Parêzer Efkan Bolaç li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê peyamek parve kir û ragihand ku Bariş Atay hatiye binçavkirin. Bolaç di peyama xwe de got: "Dawiya dawî di binçavkirina Atay de hûn biser ketin. Peyva hûnê werin darizandin û ez efû nakim ji kengî ve bûye sûc?"

​Bariş Atay piştî peyama lêborînê ya Yusuf Yerkelê ku li Somayê tekme avêtibû karkerekî li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê peyamek parvekiribû û gotibû: "Hûnê hemû bi girî lêborînê bixwazin. Dema ku ew roj hat ê ku efû jî kiribe û yê ku dev ji darizandinê jî berdabe em ji bîr nakin. Dev ji peyvên em birane û aştiyê dixwazin berdin. Her tişt nû dest pê dike. Hûnê hisabê tiştê ku we li vî welat û însanî kiriye bidin."

Piştî peyama Bariş Atay nivîskarê rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan gotara xwe bi navê ‘Ji kerema xwe hedê vî însanî bidin' nivîsand û Atay bibû hedef.

Bi heman mijarî:

Li Enqerê 1770 kes hatin binçavkirin, ji wan 172 hatin girtin
Li hemberî 96 leşkerên pile bilind operasyon: 65 kes hatin binçavkirin
Li 7 bajaran operasyon: 19 kes hatin binçavkirin
Li Erzeromê 7 HDPyî û DBPyî hatin binçavkirin
Endamên Koma ku xwestin biçin Taksîmê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin
4 tirk û 6 Sûriyeyî ji DAIŞê hatin binçavkirin
Etîketan:
Bariş Atay hat binçavkirin, Bariş Atay, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de