20:54 20 Gulan 2018
    Selahattin Demirtaş

    Parlamenterê AKPê yê Stenbolê: Divê Demirtaş serbest were berdan

    © AFP 2018 / Ozan Köse
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Aziz Babuşçu ji bo Selahattin Demirtaş got: "Li gor min divê Demirtaş ji girtîgehê were berdan."

    Piştî banga namzedên serokomariyê Muharrem Ince, Temel Karamoollaoglu û Meral Akşenerê vê carê jî daxuyaniyek ji partiya desthilat hat bihîstin.

    Parlamenterê AKP yê Stenbolê Aziz Babuşçu di axaftina xwe ya bernameya ‘Çi Diqewime' ya televîzyona CNNê de ragihand ku divê namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş serbest were berdan.

    Babuşçu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gor min jî divê Demirtaş ji girtîgehê derkeve. Di encamê de Tirkiye diçe hilbijartinekê û ez jî naxwazin berbijêrekî serokomariyê di girtîgehê de be. Tabî mekanîzmayeke hiqûq û darazayê heye û divê ew biryar bide. Biryara wê ne di destê me de ye."

    Bi heman mijarî:

    Akşener: Ez dixwazim ku Demirtaş jî bi me re di heman şertan de xebatin xwe bike
    Orhan Miroglu: Eger Demirtaş ceza bistîne dê namzediya wî betal bibe
    Parêzerê Demirtaş derbarê îdiaya berdana wî de ji Sputnikê re axivî
    Demirtaş nalet li Îsraîlê anî û ji bo piştevaniya filîstîniyan banga mîtinga mezin kir
    Gelo îhtîmala tehliyekirina Selahattin Demirtaş heye?
    Alaattin Çakici gef li Demirtaş xwarin
    Etîketan:
    HDP, AKP, Aziz Babuşçu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de