20:59 22 Gulan 2018
    Operasyon - Qedexe - Şer - Qereqol

    PKKê li Rihayê bi roketan êrîşî qereqola cendermeyan kir: 2 leşker birîndar bûn

    © Sputnik / Salih Turan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin li navçeya Xelfetî ya bajarê Rihayê ji aliyê PKKyiyan ve êrîşeke bi roketan hatiye kirin.

    Li gor zanyariyan di encama êrîşa bi roketan a bi ser qereqola cendermeyan de 2 leşker bi sivikî birîndar bûne.

    Hat zanîn ku endamên PKKê bi otomobîlekê nêzîkî qereqola cendermeyan a Gokluya Jorîn bûne û bi roketan êrîş kirine.

    Di encama êrîşê de 2 leşkerên ku birîndar bûne bo nexweşxaneya Şanliurfa ya Mehmet Akif hatine veguhestin.

    Parêzgarê Rihayê Abdullah Erin ragihand ku 2 leşker bi sivikî birîndar bûne û ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Semsûr, Riha û Dîlokê ve operasyoneke berfireh ji bo desteserkirina PKKyiyan hatiye destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Pêşniyara betalkirina peymanên bi Îsraîlê re ji aliyê AK Partiyê ve hat redkirin
    Koreya Bakur ji ber tetbîqata bi Amerîkayê re mizakereyên bi Koreya Başûr re rawestandin
    Erdogan: Em barkirina balyozxaneya Amerîkayê bo Qûdsê nas nakin
    Îsraîlê xwest ku balyozê Tirkiyê yê li Qûdsê biçe welatê xwe
    Encamên hilbijartinê yên Kerkûk û Duhokê hatin ragihandin: YNK û PDK yekemîn in
    PDK bi Serokatiya Mesûd Barzanî civiya
    Etîketan:
    Cenderme, PKK, êrîş, Xelfetî, Riha, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de