17:07 24 Gulan 2018
    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May

    Erdogan: Em barkirina balyozxaneya Amerîkayê bo Qûdsê nas nakin

    © REUTERS / Matt Dunham
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May piştî hevdîtinê bi civîneke hevpar a rojnamevanî derketin pêşberî medyayê.

    Erdogan bi tundî bertek nîşanî Îsraîlê da li ser barkirina konsulxaneya Amerîkayê bo Qûdsê got ku ew wê pêngavê nas nakin.

    Serokomarê tirk di civînê de li ser pirsa ku Îsraîlê jî piştî ku Tirkiyeyê xwest balzyozê Îsraîlê yê Enqereyê vegere welatê xwe, biryar daye balyozê tirk terka Qûdsê bike got, "Min îşev bihîst ku wan jî li ser balyozê me yê Qûdsê nirxandinek kiriye. Heger ew biryar were bicihanîn, dê bersivên me yên cuda li ser dorpêçan hebin."

    ‘JI TERORÎSTAN ROJNAMEVAN NABE'

    Erdogan li ser pirsa rojnamevanên girtî yên li Tirkiyeyê jî diyar kir, "Agahiyên we şaş in. Terorîstan û rojnamevanan ji hev cuda bikin. Van ji cihê cih hîn bibin. Bi rastî fêr bibin û nûçeyên rast çêkin. Min li Chatam Housê jî got. Qey we nebihîstiye. Ji terorîstan rojnamevan nabe."

    Bi heman mijarî:

    Îsraîlê xwest ku balyozê Tirkiyê yê li Qûdsê biçe welatê xwe
    Encamên hilbijartinê yên Kerkûk û Duhokê hatin ragihandin: YNK û PDK yekemîn in
    PDK bi Serokatiya Mesûd Barzanî civiya
    Beramberîkirina lîmûzîna Pûtîn ‘Aurus Senat’ û ‘Cenewar’a Trump
    Îran: Vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî dê bandorê li hevkariya Moskowa-Tehranê neke
    Li Hewlêrê li dijî encamên hilbijartinan xwepêşandanek hat lidarxistin
    Erdoganî bersiva Netanyahûyî da: Serokwezîrê dewleteke apartheîd î
    Etîketan:
    qûds, amerîka, Amerîka, Brîtanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de