08:03 25 Gulan 2018
    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan

    Erdoganî bersiva Netanyahûyî da: Serokwezîrê dewleteke apartheîd î

    © AP Photo / Murat Cetinmuhurdar/Pool Photo
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahûyî ji bo Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî got, "baş ji kuştinê fêm dike", Erdoganî bersiv da û got, "tu serokwezîrê dewleteke apartheid î".

    Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Netanyahû serokwezîrê dewleteke apartheid e ku ev bêtirî 60 salan e, bi binpêkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî xaka gelekî bêparastina dagir kiriye."

    Serokkomarê Tirkiyeyê di berdewamiya tweeta xwe de got, "xwîna filistîniyan li ser destê wî(Netanyahûyî) hene û nikare tawanên xwe bi êrîşkirina li ser Tirkiyeyê veşêre."

    Netanyahûyî gotibû: " Erdogan yek ji wan mezintirîn piştgirê Hemasê ye, ji ber vê jî bêguman Erdogan ji teroriyê û qetilkirinê baş dizane. Şîreta min ew e ku bila weiza exlaqê nede me."

    Erdoganî di dawiya tweeta xwe de got: Tu dersên mirovatiyê dixwazî? Deh fermanan bixwîne."

    Bi heman mijarî:

    'Heke AKP serdestiya parlamentoyê bi dest nexe Erdogan dê biçe hilbijartinê'
    Erdogan bi 316 îmzeyan ve bû namzedê serokomariyê
    5 parlamenterên MHPê ji bo namzediya Erdogan îmze nedan
    Erdogan ji bo pirsa Gul: Min nedin xeberdan
    Erdogan û Gul dê li heman maseyê rûnenên
    Erdogan twîta serokê Koreya Başûr retweet kir
    Etîketan:
    Benjamîn netanyahû, Recep Tayyip Erdogan, Îsraîl, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de