11:11 24 Gulan 2018
    İsrail - Tirkiye

    Tirkiye bangî balyozê Îsraîlê yê li Enqerê kir û jê xwest ku biçe welatê xwe

    © Flickr /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tirkiye bangî balyozê Îsraîlê yê li Enqerê Eitan Naeh kir û di derbarê bûyerên li Filistînê diqewimin notaya protestoyê da û ji balyozê Îsraîlê xwest ku biçe welatê xwe.

    Piştê biryra Donald Trump ya di derbarê Qudsê de filistiniyan li ser sînorê Îsraîlê xwepêşandan dan destpêkirin û di encamê de 60 filistînî hatin kuştin ji 2 hezarî zêdetir kes birîndar bûn.

    Tirkiye li ser van geşedanan îro gazî balyozê Îsraîlê yê li Enqerê Eitan Naeh û notaya protestoyê da Îsraîlê. Herwiha ji balyozê Îsraîlê xwestin ku demekê ji Tirkiyê biçe. Tirkiye duhê ji bo îstişarê gazî balyozê xwe yê li Tel Avîvê Kemal Okem kir û Okem hat Enqerê

    Hêjayê gotinê ye ku Serokkomarê Trikiyeyê Recep Tayyib Erdogan beertek dabû Îsraîlê gotibû "Îsraîl dewleteke terorîst e." Serokwezîrê Îsraîlê îro li ser hesabê xwe yê twitterê bersiva Erdogan da û got: Erdogan yek ji wan mezintirîn piştgirê Hemasê ye, ji ber vê jî bêguman Erdogan ji teroriyê û qetilkirinê baş dizane. Şîreta min ê ew e ku bila weza exlaqê nede me.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Îsraîl sûcê şerî kiriye, divê bê darizandin'
    Hizbullah: Îsraîl bersiva moşekên li Girên Golanê ketine bi êrîşa filîstîniyan dide
    Îsraîl bi nedana S-300an bo Sûriyeyê kêfxweş bû
    Îran: Îsraîl tevgerekê bodelî bike wê Tel Avîv û Heyfa ji holê rabe
    Etîketan:
    filistîn, Benjamîn Netenyahû, kuştin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de