08:12 25 Gulan 2018
    İYİ Parti Genel Başkanı Meral Akşener - CHP Genel Başkanı Kemal Kılıçdaroğlu

    Akşener: Ez dixwazim ku Demirtaş jî bi me re di heman şertan de xebatin xwe bike

    © Foto : CHP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Seroka IYI Partî û namzetê serokkomariyê Meral Akşener di derbarê Selahattin Demirtaş de got ku “li ser Demirtaş tu hukmekî cezayî tune ye, ji ber vê ez dixwazim ku Demirtaş jî wek me xebatên xwe yên hilbijartinê di heman şertan de bike.”

    Meral Akşener îro di civina xwe ya bi rojnamevanên biyanî re de, pirsên di derbarê Demirtaş de hat kirin bersivand.
    Akşener destnîşan kir ku: Di derbarê Demirtaş de hê biryareke cezayî nehatiye dayîn, ji ber vê sibê roj Dema ku Demirtaş bereet bike Tirkiye wê çawa nehyeqiya di hêla xebatên hilbijartinê de lê hatiye kirin îzah bike?

    Akşener da zanîn ku "Komisyona Bilind ya Hilbijarinê (YSK) namzetiya Selahattîn Demirtaş ya serokkomariyê qebûl kiriye, naxwe ew kesê ku namzetiya wî hatibe qebûlkirin divê şertên ku tê de ye jî wek namzetên din be. Ji ber vê yekê jî ez dixwazim ku Demirtaş jî bi me re di nav heman îmkanan de xebatên xwe yê hilbijartinê bike."

    Hejayê gotinê ye ku Selahattin Demirtaş ev salek û 6 heyv e ku girtiye û hê jî di derbarê wî tu hukmekî cezayî nehatiye dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş nalet li Îsraîlê anî û ji bo piştevaniya filîstîniyan banga mîtinga mezin kir
    Gelo îhtîmala tehliyekirina Selahattin Demirtaş heye?
    Alaattin Çakici gef li Demirtaş xwarin
    Demirtaş bo hilbijartinên serkomariyê: Teqez ez ê qezenç bikim
    Etîketan:
    demirtaş, partiya akşener, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de