07:43 25 Gulan 2018
    Dêrsim, Geliyê Mûnzûrê

    Dadgeha Şêwrê biryara ji bo Geliyê Mûnzûrê rawestand

    © Sputnik / Olcay Çelik
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    'Biryara îstimlaqkirina bi lez' a ku ji bo bendav û projeyên HES-I û HES-II ên Konaktepeya Dêrsimê hatibû girtin, ji aliyê Dadgeha Şêwrê ya Dewletê (Daniştay) ve hat rawestandin.

    Daîreya 6an a Dadgeha Şêwrê ya Dewletê li ser 'biryara îstimlaqkirinê ya bi lez' a ku ji bo çêkirina bendav û projeyên HES-I û HES-II yên Konaktepeya li Dêrsimê hatibû girtin, biryara rawestandinê da. Dadgehê ev biryar li gorî rapora Nirxandina Bandorê ya li ser Jîngehê (ÇED), Yasaya Parkên Millî, mafê mulkiyetê, pîvan û hevgirtina destûrê da.

    Baroya Dêrsimê derbarê biryara rawestandinê de civîneke çapemeniyê li dar xist û ew biryar û sedemên wê ji rayagiştî re parve kir.

    Li gorî rojnameya tirk a bi navê Birgunê Serokê Baroya Dêrsimê Bariş Yildirim di daxuyaniyê de anî ziman ku wan li dijî projeyên herî mezin ên Bendava Konaktepeyê û projeyên Konaktepe HES-I û HES-IIyê doz vekiribû û Daîreya 13an a Dadgeha Şêwrê ya Dewletê li ser vê doza me bi sedema ku çêkirina van projeyan ne li gorî Yasaya Parkên Millî ne, biryara rawestandina çêkirinê ya van projeyan da.

    Yildirim diyar kir ku dadgehê rêya îtirazkirinê ya ji bo vê biryarê jî girtiye.

    Bi heman mijarî:

    Navê Zanîngeha Dêrsimê wek 'Zanîngeha Mûnzûrê' hat guherandin
    Li Geliyê Mûnzûr çalakiya mertalên zindî dest pê kir
    Li Dêrsimê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Li Dêrsimê 30 cih wek herêmên taybet yên ewlehiyê hatin ragihandin
    Etîketan:
    Geliyê Mûnzûrê, Dadgeha Şêwrê ya Dewletê, Serokê Baroya Dêrsimê, Bariş Yildirim, Dêrsim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de