17:45 23 Gulan 2018
    operasyon, binçavkirin, serdegirtin

    Li 7 bajaran operasyon: 19 kes hatin binçavkirin

    © Foto : AA / Mehmet Ali Özcan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serdozgeriya Komariya Enqereyê derbarê 34 leşkerên mûwazaf yên Hêza Deryayî ya Tirkiyeyê bi hinceta ku têkildarî FETOyê ne biryara desteserkirinê da. Di operasyonên li 7 bajaran hatin kirin de 19 kes hatin binçavkirin.

    Li gor daxuyaniya ji çavkaniyên serdozgeriyê ve hat dayin de di çarçoveya lêpirsîna FETOyê de derbarê leşkerên pêywirdarên Hêza Deryayî ya Tirkiyeyê de biryara desteserkirinê hatiye dayin.

    Miduriyeta Ewlekariya Enqereyê bo desteserkirina 34 kesan bajarê Enqereyê jî di nav de li 7 bajaran operasyona hat lidarxistin. Hat ragihandin ku heta niha 19 gûmanbar hatine binçavkirin, bo desteserkirina gûmanbarên din xebat didomin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Bahçeli bo Erdogan: FETO hê jî di siyasetê de aktîf e
    ‘Madem FETO qediyaye çima Rewşa Awarte dewam dike?'
    Parêzerê Kemal Kiliçdaroglu ji doza FETO hat binçavkirin
    48 milyar dolarê FETO derbasî dewletê bû
    Etîketan:
    operasyon, desteserkirin, serdegirtin, binçavkirin, Serdozgeriya Enqereyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de