01:40 26 Gulan 2018
Recep Tayyip Erdogan

‘Gendelî û îsraf bûye nasnameya hikûmeta AKPê'

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu di axaftina xwe de desthilata AKPê bi tundî rexne kir û ragihand ku gendelî û îsraf bûye nasnameya vê hikûmetê.

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu di axaftina xwe de AKP bi tundî rexne kir û got: "Bi polîtîkayên ekonomîk ên hikûmetê Tirkiye bi pêş nakeve. Gendelî û îsraf êdî bûye wek nasnameya hikûmetê. Eger pêşî li van were girtin dê kanayeke mezin ji bo ekonomiyê derkeve holê."

Li gor nûçeya rojnameya Hurriyetê Temel Karamollaoglu di berdewamiya axaftina xwe ya çend rojnamevanan de got: "Eger ev hikûmet dewreke din bimîne kes nikare ekonomiya Tirkiyeyê rast bike. Bi van polîtîkayan ekonomiya Tirkiyeyê bi pêş nakeve. Ji ber polîtîkayên şaş em ketin tengaveke ekonomîk. Eger em bixwazin ji vir derkevin pêwistî bi polîtîkayeke nû heye."

Karamollaoglu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ev hikûmet 15 sal in desthilate û hê jî radibe ji bo ekonomiyê manîfestoyan îlan dike. Eger te 15 salan ev pirsgirêk çareser nekiribe tê hê çawa çareser bike."

Bi heman mijarî:

Erdogan: Roja înê piştî nîvro ji bo Filîstînê em li meydana Yenîkapi ne
Erdogan: Amerîkayê rola xwe ya navbeynkar a Rojhilata Navîn wenda kiriye
Wê Erdogan ji nav 2100 kesan 600 berbijêrên parlamentoyê diyar bike
Sûdan û Tirkiyeyê li ser cîbicîkirina peymanan li hev kir: Erdogan û Beşîr dicivin
Erdogan bersiva pêşniyara Demirtaş da
Erdogan û Pûtîn li ser mijara Îranê axivîn
Etîketan:
AKP, Temel Karamollaoglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de