20:58 22 Gulan 2018
    Turkey's President Recep Tayyip Erdogan addresses members of his ruling party in Ordu, Turkey, Saturday, March 24, 2018

    Erdogan: Roja înê piştî nîvro ji bo Filîstînê em li meydana Yenîkapi ne

    © AP Photo / Murat Cetinmuhurdar/Pool Photo
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya li Brîtanyayê de, derbarê bûyerên li Xezeyê qewimîne daxuyanî dan.

    Erdogan got, "Ya ku Îsraîlê kiriye komkujî ye. Vê komkujiyî ji sala 1948an ve berdewam dike. Yên ku dema em têkoşîna dijî terorê didin, hesab ji me dipirsin niha ti dengekî li hemberî dagirkeriya wan nakin. Vê komkujiyê ji kîjan aliyî ve were, çi Amerîka çi Îsraîl be, şermezar dikim."

    Erdogan ragihand ku wan ji bo hevkarî û piştevaniya birayên xwe yên filîstînî 3 rojan şîna netewî ragihandiye û di berdewamê de got, "Roja înê piştî nîvro li meydana Yenîkapiyê (Stenbol) em ê hevdîtina xwe ya mezin a li dijî zilmê pêk bînin."

    Serkomarê tirk destnîşan kir ku ew dê di alîkarî û piştevaniya Filîstînê de berdewam bin.

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyê 3 roj şîna qurbaniyên filîstînî hat ragihandin
    Ji Koşka Spî daxuyaniya bûyerên Xezeyê: Hamas provoke dike
    Li Bidlîsê qeza: 2 kes mirin, zêdetirî 10 kesan birîndar bûn
    PDK, YNK û Goran li derveyî welat çiqas deng standin?
    DAIŞê berpirsyariya êrişa xwekujiyê ya li Endonezyayê girte ser xwe
    Çavuşoglu: Amerîka nikare navbeynkariyê bike, pêbaweriya xwe winda kiriye
    Etîketan:
    Yenikapı, Filîstîn, Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de