16:53 20 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan - Bekir Bozdag

    Li Tirkiyê 3 roj şîna qurbaniyên filîstînî hat ragihandin

    © REUTERS / Stringer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Bekîr Bozdag piştî civîna desteya wezîran daxuyanî dan.

    Bozdag di daxuyaniyên xwe deli ser bûyerên ku li Xezeyê bi destwerdana hêzên Îsraîlê re 55 kesan jiyana xwe ji dest daye got, "Dê dewleta terorî ya Îsraîlê û Amerîkaya ku wê li pişt wê disekine neçar bimînin terka Qûdsê bidin."

    Bozdag herwiha ragihand ku ji bo hevkarî û piştevaniya filîstîniyan bikin û şehîdan bi bîr bînin wan biryar daye ku 3 rojan şînê li Tirkiyeyê ragihînin.

    Bozdag bûyerên ku li dema merasîma balyozxaneya Amerîkayê ya Qûdsê li sînorê Xezeyê pêk hatine û bûne sedema mirina 55 kesan wekî ‘duşema reş' pênase kir û banga lezgîn li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir ku ji bo diyarkirina statuya Qûdsê bikeve tevgerê.

    Bi heman mijarî:

    Ji Koşka Spî daxuyaniya bûyerên Xezeyê: Hamas provoke dike
    Li Bidlîsê qeza: 2 kes mirin, zêdetirî 10 kesan birîndar bûn
    PDK, YNK û Goran li derveyî welat çiqas deng standin?
    Demirtaş nalet li Îsraîlê anî û ji bo piştevaniya filîstîniyan banga mîtinga mezin kir
    Çavuşoglu: Amerîka nikare navbeynkariyê bike, pêbaweriya xwe winda kiriye
    Etîketan:
    Qûds, Filîstîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de